12-JIYANEKE NÎVCO
Me bezî...
Bi lez û bez a lingên ku nizanibûn dê li ku derê bigihîjin.
Bi baweriya ku em dikarin bayê bigirin, me bezî.
Me nehîst ku nefesa me çawa di nav sîngê me de tê perçe kirin.
Ji ber ku zarotî, sêhrakek bû ku westandin jî mîna çîrokekê nîşan dida.
Bêhna axê di destên me de bû,
lê me qîmeta wê nizanibû.
Dema ku me kulîlkek qut dikir, me nefikirî ku jiyana wê jî heye.
Me mêşhingivan dipeçand, bê ku bizanibin em li ser cîhaneke din dimeşin.
Me av ji nav destên xwe berdida, mîna ku qet bi dawî nabe.
Mîna demê... Wê demê cîhan biçûk bû.
Yan belkî em di çavên xwe de mezin bûn.
Ezman yê me bû. Û tu êvar bi rastî bi dawî nedibû.
Paşê me mezin bûn...
Yan jî me li neynikê nêrî û bawer kir ku me mezin bûye.
Hevokên me tûjtir bûn, ne dilên me.
Me fikir kir ku em her tiştî dizanin.
Lê rastî ev bû ku herî kêm em xwe nas dikirin.
Me dengê cihêyîya hundirê xwe vemirand.
Û dengê xwe rastiya dawî hesab kir.
Çiqas şaş bûn em... Herî zêde jî li hember xwe.
Ciwanî ev bû...
Qerebalixiyeke ku hundirê me dipêçand.
Kibr ku nermik û şikestina me veşartibû.
Bi lez derbas dibû, lê şopek kûr li paş xwe nedihêşt.
Dilê me lez bû, lê kûr nebû.
Dem...
Mîna dizikekî bêdeng ji navbera me derbas bû.
Sibehekê me fam kir...
Em kêm bûne.
Dema ku gihîştin hat ser derî, hinek poşmanî ket hundir, hinek bêdengî jî.
Pir tişt hebûn ku bêne gotin, lê êdî cesaretê gotinê tune bû.
Me kesên ku hez dikirin nîvco hiştin.
Di nîvê hevokekê de.
Li ser sînorê xatirxwestinê de.
Li cihê ku me got, “Ez temam im.”
Herî zêde li wir kêm bûn em.
Hêviyên me nîvco man.
Evînên me kêm man.
Xewnên me mîna bîranînên ku li ser rafên tozî mayine.
Ne me karî jiyanê temam bikin,
ne jî jiyan karî me temam bike.
Û niha...
Dema ku em li paş xwe dinêrin, em li bendê siyeberê darê ne
ku em li bin wê bêhna xwe bidin.
Lê siyebera darekî ku te neçandibe tune ye.
Me nekarî rehê xwe bidin axê.
Me nekarî şopek li ser demê bihêlin.
Navê me meger ewqas sivik bû
ku ba dikare wê bibire.
Pîrbûn... Bêdeng, giran, û neçar.
Di hundirê me de mîna deftereke hesabê vedibe.
Li her rûpelekê heman hevok hatiye nivîsandin:
“Tiştek nîvco ma...”
Çiqas tişt nîvco man...
Belkî yên ku piştî me tên
navê me jî bi bîr nekin.
Piştî nifşekê, şopa me dê winda bibe.
Mîna ku me qet dest li jiyanê nedaye.
Lê carekê me bawer dikir ku cîhan ya me ye.
Yan jî tenê em wisa difikirîn.
Niha em fam dikin...
Mezintrîn xeyala jiyanê ew bû ku hesta bêdawîbûnê dide me,
lê di heman demê de
demê bêdeng kêm dike.
Û em...
Em jî bawerî bi wê sêhrê anîn.
Me bezî. Me rawestan ji bîr kir.
Me şaş bûn.
Me dîtina xwe paş xistin.
Û di dawiyê de...
Li tam navê temenekî de em nîvco man.
(Ji bo bîranîna Çayan Okutucu)
04.12.2025
Ali Fırat DicleKayıt Tarihi : 21.04.2026 16:44:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!