10- Oksijen Be Te ye Şiiri - Ali Fırat D ...

Ali Fırat Dicle
208

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

10- Oksijen Be Te ye

10-OKSÎJEN BÊ TE YE

Tu helbesta min a herî dirêj, hevoka min a herî kurt î.
Ez nikarim çîroka jiyana xwe binivîsim, tenê di yek gotinê de dikarim bi cih bikim...
Tu.

Erê, tu.
Û her tiştê ku aydî te ye jiyana min e.

Evîn, sibeheke ku bêhna te jê tê ye bi rastî.
Dema tîrêja pêşîn a sibehê perdeyan vedike, mîna wê tîrêja germ a ku dikişe hundirê odeyê…
Wê gavê ku ez çavên xwe vedikim, ew şahiya bêdeng a ku hundirê min tije dike û navê te dipichîne.
Lê tunebûna te…
Çirpîna mêroyekî ku ketiye nav avên tarî û soberiyê (melevaniyê) nizane.
Dema hewl dide bêhnê bistîne jî xandisîn, çonki oksîjen bixwe jî bê te kêm dimîne.

Dema navê te
derbas dibe, dilê min hêdîka dikene.
Lêvên min
nehejin jî, di cihekî hundirê min de mîna zarokekî piçûçik şa dibe.
Carinan gotinek
têrê nake,
Mirov dibêje “tu”
û bêdeng dibe.
Tenê bêdeng dibe… Û di nav wê bêdengiyê de hemû gerdûn dibe tu.

Çi qas ji te hez kiriye
ev dil, ez bixwe jî pê nehesiyame.
Ez nikarim pênase bikim,
nikarim binivîsim.
Ne bûketek gulan
dikare evîna min hilgire,
Ne diyarîya herî buha,
Ne jî gotinên herî xweş.
Çonki tu mûcîzeyek wisa yî ku gotin bixwe jî hesûdiyê bi te dikin.

Li min biner evîndara min…
Li nav çavên min biner û min fêm bike.
Her tiştê ku ez nikarim bi gotinan vebêjim, ez bi nêrînên xwe didim te.
Hezkirina ji te, mîna bêhnstendinê xwezayî ye,
Lê bê te man, mîna bêbêhn manê neasê ye (gengaz nîn e).

Tu helbesta min a herî dirêj î,
Ku her dizeya wê li ser salan belav dibe,
Her mısraya wê di dilê min de ji nû ve ji dayik dibe.
Û tu hevoka min a herî kurt î,
Çonki dema ez dibêjim
“tu”
Hemû gerdûn
bêdeng dibe,
Tenê tu
dimînî.

Hezkirina ji te,
Şaştiya herî xweş a jiyana min e,
Şaşiya herî rast,
Bêçaretiya herî şirîn.
Û ez vê
bêçaretiyê,
Heya dawiya temenê xwe dixwazim hilgirim.

Heke tu hebî,
Ez heme.
Heke tu tunebî,
Ez jixwe tune me.

Ez ji te hez dikim…
Ev sê gotin jî têrê nakin bi rastî.
Lê ez bi şiklêkî din nizanim.
Ji ber wê ez tenê dubare dikim,
Ji hundirê xwe, ji dervayî xwe, ji her derê xwe...

Ez ji te hez dikim.
Ez ji te hez dikim.
Ji te…

Û ev sevda,
Ne bi dawî dibe,
Ne jî diçilmise.
Çonki tu
ya min î.
Ez jî yê te me.

Ez dixwazim her wisa be.
Ez û tu…
Sê herf, du gotin û temenek.

18.03.2014

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 21.04.2026 16:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!