25-DAYIKA MIN
Çavên te mîna okyanûsekê kûr û aram in,
Di nav wan de fırtıne hebin jî, her dem aramiye didin min.
Ew milên te yên bihêz ku ez pişta xwe bi dilrehetî dispêrimê,
Paşvekişîna herî ewleh a rojên min ên westayî ne.
Yê ku min bi her halê min, tevî her birîna min hez dike,
Rûyê te mîna sibeheke biharê nerm û ronî ye.
Destên te, tevî ku bi keda salan nasir girtibin jî,
Mîna ku dest bidin gula her herî nazik, li rûyê min dixin.
Te ez bi sebrê strandiye (hevir kiriye),
Di her şaşiya min de te çeqên min ên şikestî ji nû ve şîn kiriye.
Dema tu hêsirên min paqij dikî serê tiliyên te dilerizin,
Lê dengê te qet nalerize, dibêje “Her tişt ê derbas bibe berxê min”.
Ew kenê te yê ku zivistana min dizivirîne havînê,
Mîna wê rojê ye ku ji nav çiyayên bi berf derdikeve.
Şefqata te mîna baraneke germ a havînê dadikeve ser min,
Cihên herî kûr ên birînên dilê min jî hêdîka tije dike.
Tu sîbera min î,
Ez biçim ku derê tu li pey min î, bi bêdengî, bi wefadariyê.
Tu parçeyek ji min î, di xwîna min de, di nefesa min de, di her gava ku ez diavêjim de hew yî.
Di quncika herî bedew a dilê min de,
Mîna gulekî pembe ku şîn bûye û qet naçilmise, cihê te li wir e.
Di fırtıneyên min ên herî mezin de tu bendergeha tenê yî ku ez xwe dispêrimê.
Dema derya radibin, dema pêl dîn dibin,
Hembêza te hîn jî kendava herî aram e.
Tu bihêz î, mîna çiyayekî dîtî li pêşberî min rawestî yî.
Tu bi şefqat î, tu perê perperokekê jî naêşînî.
Tu bi sebr î, mîna dareke çinarê ya sed salî, bêyî ku guh bidî bayan, şîn dibî.
Bûna evladê te, diyarîya herî mezin e ku jiyanê daye min.
Yê ku şaşiyên min dibaxşîne,
Dema ez dikevim ne yê ku min ranake, lê yê ku li kêleka min rûdine û dibêje “Rabe berxê min”,
Yê ku di her carê de ji nû ve hembêza xwe vedike tu yî.
Heqê te nayê dayîn dayika min.
Minvantiya min ji okyanûsan kûrtir e,
Ji çiyan girantir e, ji stêrkan zêdetir e.
Hezkirina min a ji bo te,
Di zimanekî de diherike ku gotin tê de kêm e, lê dilê te jê fêm dike.
Ez çi qas mezin bibim jî,
Hembêza te hîn jî mîna cîhê dergûşa herî piçûçik germ dimîne.
Ez çi qas dûr bikovim (biçim) jî,
Tu hîn jî di tam nîveka singa min de, parçeyek î ku bi rîtma xwe lê dide.
Bi nêrînek te re derbas dibin hemû êşên min,
Bi destdanek te re sax dibin birînên min.
Te ez her dem bi şefqatê mezin kirim,
Te hezkirin bi şiklê herî bedew nîşanî min da.
Xwezî tu hebyî, dayika min a dilpak.
Xwezî tu bi wî dilê xwe yê mîna melekî bûyî dayika min.
Xwezî di her nefelê de, di her şiyarbûna sibehê de,
Ez dikarim bêjim “Dayika min heye”.
Heya bêdawiyê li kêleka min bibe.
Ji ber bê te ev jiyan nîvco ye,
Ev cîhan kêm e,
Ev dil hinekî din sar dimîne.
Tu her tiştê min î,
Dayika min î, meleka min î,
Hezkirina min a herî kûr,
Hêlina min a herî germ î.
Ez ji te pir hez dikim dayika min a can…
Di her demî de, bi her halê min re, heya bêdawiyê.
01.01.2012
Ali Fırat DicleKayıt Tarihi : 28.04.2026 14:32:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!