Mirin hat li ber deriyê min,
Çavên min mabûn li rêya te,
Dilê min şewit di nav agir de,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
Dayîka min, dengê te li ku ye?
Dilê min di şewata êşê de ye.
Were carekê ser gora min rabe,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
Dinya derbas bû wek xewnek kur,
Heval û hogir man li dû min dûr,
Qebr bû mala dawî ya min,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
Gul hişk bûn li ser gora min,
Hewar nekir kes ji bo derda min,
Xwedê bibexşe hemî gunehên min,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
Ez diçim û navê min dimîne,
Rojek jî jiyan bi dawî tê,
Rehma Te be hêviya dilê min e,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
Dinya fena ye, mirin rastiya me,
Li ber Xwedê hemû yek in em,
Kul Ortak dibêje: Bibexşe min Xwedê,
Rabe, rabe dayîka min, rabe
KUL ORTAK
Baki OrtakKayıt Tarihi : 15.07.2026 14:53:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!