Ez li benda te mam
Awirê min li derî
Hêvîya te di dilê min de
Keser hunandin
Tu buyî kêş u vekêş
Geh xuya kir
Payîz bu
Pelê dara
Weke serxweşa
Geh li vîyalî,geh li wîyalî
Li du te dihatin
Lê tu venegeryayî
Keçka gundî
xewnerojkê de
evînê xwedî dike
ez dizanim
paxila zarokên suretqemer
zozanên hênik de
Porê minî gijik
Pîyê minî pêxas
Desten qelîşî
Şewata şevên tarî
Tu minstar ke yarê
Tu ji minre yar be
NEÇE
Nehêle neçe
Evîna bê dawî
Ew ê ji te hezkirî
Cavên bi hêstir
Awirên mijdar
Ronahîyê dide kolanên van bajaran
Wek rojê tîrêjên xwe berdide ser me
Hêvî û bêrîkirin bi hevre vejîyan
Xemilandin baxçeyên evînê
Şûştin bedena xwe bi rondikên çavan
Herîkî wek lêhîyê nav dilên min de
Min negere
Ez ji te durim
Nikarim vegerim
Min bîrîya awirên te kirîye
Nêrînên te de ez mehkum
Wek bedewî yên çolistanê
Du min nenêre
Êdî ez venagerim
Payîz qedîya
Dar’a pel weşandin
Taqetê min nema
Dawî li jîyana min hat
Bı hêvîyeke perçe perçe
Şa dibin bi sêwîyan
U zarokên suret qemer
Xwe berdidin ber bi derya evînê
Dilorînin
Wek dengê şalûl u bilibila
De were min hembêz bike
Tenê çavên te di çavên min de
Nerînên te di awirên min de man
Pirsên te man bê bersîv
Lı ser lêvên zuwa
Û hêvî yê zarokên suret qemer
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!