39- Gula Min Şiiri - Ali Fırat Dicle

Ali Fırat Dicle
242

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

39- Gula Min

39-GULA MIN

Gula min…
Gotin dîsa têrê nakin,
Bi tirkî bêjim “seni seviyorum” nîvco dimîne,
Bi kurdî bêjim “ez ji te hiz dikim” dîsa têrê nake.
Ji ber evîn, li dervayî zimên li cihekî dest pê dike;
Di nêrînên me de, di bêdengiya me de,
Di wan pêyên zarokan de yên ku di kolanên teng
ên Amedê de baz didin.

Ez bi zimanê dayikê li te difikirim,
Ez dikenim, digirîm, bi te re xeyalan ava dikim.
Paşê ez werdigerînim zimanê lihevkirinê…
Peyv dişkin, dihezin, kêm dimînin.
Gelo yê sûcdar ez im?
Belbî…
Belbî jî dema evîn ew qas mezin be,
Tu ziman nikare barê wê hilgire.

Ez ji te hiz dikim, delala min…
Heke ev hevok têrê bikira,
Min ê zimanên din ên cîhanê hîn nebûya pûç û vala.
Lê têrê nake. Ji ber ez te
di xeyalên xwe yên kurdî de dibînim,
Bi tirkî bîra te dikim,
Û di navbera her duyan de li cihekî winda dibim.

Dema em di kuçeyên Amedê de hatin ber çavên hev,
Di hatin û çûnên me de jî şerekî şirîn hebû.
Te bi nêrîneke xwe ez li hev anîm,
Ez bi kenekî te teslîmî te bûm.
Bêyî şer,
bêyî pevçûn, bêyî şikandin û rijandin…
Tenê bi nêrînê em gihîştin hev û hîn bûn.

Gula min,
Heke tu hemû zimanên cîhanê fêrî min bikî jî vala ye,
Farisî, erebî,
îngilîzî, fransî…
Dîsa jî pûç e.
Ji ber dema ez dibêjim “ez ji te hiz dikim”, ew agira di hundirê min de
Di nav tu herfî, di nav tu hevokê de bi cih nabe.

Tu zimanê dayika min î bi rastî.
Yê ku ez pê difikirim, pê dikenim, pê digirîm,
Ew zimanê ku di her tiştê ku ez xeyal dikim de heye.
Ez di wî zimanî de ji te hez dikim;
Yê ku tercümeya wî nîne,
Berfireh…
Rêzimanê wî bêdawî û ji yên pêşîn e,
Di zimanekî ku di nav tu qaîdeyan de bi cih nabe de.

Û ez dizanim,
Tu jî bi heman şiklî ji min hez dikî.
Bi çavên xwe
dibêjî,
Bi bêdengbûnê vedibêjî,
Bi kenekî xwe biharê tînî ser zivistana min.
Ava sar a Dîcleyê jî têrê nake ji bo te,
Ez dixwazim di çavên te de winda bibim.

Ez ji te hiz dikim,
canê min…
Heke ez vê hevokê hezar carî bêjim jî kêm e.
Ji ber tu ji bo min hem zimanê dayika min î,
Hem jî kombûna hemû wan zimanên ku min hîn nebûne yî.

Wera,
Em êdî gotinan bihêlin li aliyekî.
Tenê li min biner.
Ez jî li te binerim.
Em di wê nêrînê de ji nû ve li hev bikin,
Mîna kolanên kevn ên Amedê,
Mîna ku di wan rêyên teng, germ û samîmî de bû…

Ji ber em,
Di zimanên cuda de hebin jî,
Di heman dilî de diaxivin.

16.07.2020

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 7.05.2026 14:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!