38-MEKE
Min nedizanî ku tu ê ewqasî bi min ve bê girêdan, meke
Gava tu dilê min dişewitînî û dikî xwelî, tu bixwe jî dişewitî, meke
Ez di rêya xerîbiyê de li nîşaneke ji Heq digerim
Tu li suretê min ê di nav xwe de mîna pûtekî dihebînî, meke
Min ji xwe dûr nexîne, ez bi rastî ji te naçim
Tu agira veqetînê bi destê xwe dadidî, meke
Ey canê ku mîna felekê dizîvire, bi evîna xwe xira dibe
Tu xwe weha wêran, weha perîşan dikî, meke
Yê ku meqamî di dervayî hebûnê de digere ez im
Tu di qada hebûnê de min heps dikî, meke
Heke ez rûyê xwe bizivirînim ne heyv, tu ji xeman diçilmîsî
Tu hêsirên çavên xwe li min dikî bar, meke
Tu wisa difikirî ku serîderxistina bi evîndaran re hêsan e?
Tu di kûrahiya evînê de dixandigî û şaş dibî, meke
Bihişt û dojeh ne di destê min de ne, her du jî tu yî
Tu ji min re dibêjî dojeh û bihiştê dixwazî, meke
Di şekirê min de jehr nîne, jehr di wehma te de ye
Tu wê jehrê bi destê xwe tev li dilê xwe dikî, meke
Ez dixwazim te şa bikim, bila hizura te li ba min bimîne
Tu bixwe her dem bêhuzuriyê bang dikî, meke
Çavê min nakeve heramê, ez di bedewiyê de Heq dibînim
Tu min bi diziyê gunehbar dikî û darizînî, meke
Serhildanê meke ey dostê min, ev hal şertê evînê ye
Di nav dilsûtiyê de tu çima meşk dikî, meke
(Ji bo Murat Ekmiş)
24.04.2026
Kayıt Tarihi : 6.05.2026 12:00:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!