Ez Memim Memê qemerim
Ne xirabim, xwedîbextim
Xeyb û derew tune ba min
Ne bêşîrim ne bêbextim
Ez Memim Memê qemerim
Felaka zordar, tu me re bêbextî
Tu caran agir bi caran jî zextî
Bi ser welatê me û axa me de
Çima me re mirineke bêwextî?
Me Kurdan re derd û kul, keser maye
El vurmayın kanayan yüreğime
Yaram çok derindir merheme sürmeyin
Sılamdan ayrıldım yad ellerdeyim
Tek başıma kaldım bana gülmeyin
İflah olmayan bela beni buldu
Keça min e delal min qurbana xweke
Here hespê min bîne barê min lêke
Kesera min xerêbîyê de zêde bû
Ez rêwîyê rêya dûrim min rêwîke
Keça min rojane li ser min baran e
Roj çû ava dem min re pir dernge
Dilêmin de kêr û gîzan, hevrînge
Agir, pêt û şewat jî min dêşîne
Çawa bikim dinya min re bêrenge
Dîsa li ser min bager û baren e
Her rojan bi her şevan, ax dikim axîn dikim
Ez sêwî berxê bêkes, kalekale dikalim
Digîrim, dişewitim dilêm min bêrîndare
Xerîbîstan jî zore, salane dergevanim
Herdem pir dinalim, xem dikim xemdarim
Zend ziravê bejnd bilindê
Ey dilê min, lêlê rêndê
Bi wê sondê bi vê ehdê
Ez heyrana çavê te me
Tu hêvî û xema minî
Lê delala min tu gula rengînî
Caran nagîhan jaran ji pêrgîni
Qîmet û qedrê te ba min bilind e
Bi caran devken caran jî xemgînî
Lê nazîkê tu kezî reşa minî
Ez ne bende ne kole me
Ez şervanim ez dozvanim
Ez hişyar bûm li ser pê me
Xwedanê war û welat im
Ez ronakim ez serwextim
Ez bê te bêrewş û bêkêfim
Tunebûna te
Nav dilê min de kêreke ko ye
Bi rojan e
Min dixwe û min têr nabe
Tim goştê canê min dikoje
hakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.