Dîsa çima bo me qîr û qetran e
Agir ket dilê me hezar caran e
Daê Kevser’a me bi navûdenge
Oy felek çima roj li me aran e
Êşa derdan, kulan e li me pare
Dijwarîye, zordestîye
Salan e me bêbextîye
Hal nehale, rewş nerewşe
Dîsa me re neheqîye
Rêya gelan pir dirêje
Pêsîrê de morî, mircan, sedefin
Rûçikê de heyverona ronahî
Her awirên lê, her kenên lê wek roj ê
Hebuna wê, ji min re bû ewlehî
Porê serê wê gungilî û reş e
Evîn bi dil de hebe ew dil gire
Tu tiştek wek evînîyê negire
Evîn caran welate caran yare
Rastî tunebûna wê jî agire
Min qijikê ez hez dikim hez dikim
Derdê min her dem girane
Tê de agir û arane
Dilo reben ez bengînîm
Ez dihelim bi salane
Her der min re ba, borane
Her bir yeri paramparça, yara-bere içinde
Yüreği, böğrü yangın yeri
Kahpelerin cirit attığı
Meydanları
Sanki ölüm tarlası olan
Allah’ın belası
Derdê min yek bû niha bû hezar
Xerîbî zore min re bû mezar
Serê min dêşe dilê min helîya
Xem û xemgînîm, wele bûm bêzar
Zîpik pir barî li ser serê min
Bêbextan gul qetandin
Baxçê me jî şêlandin
Qêrîn ket nav çiqilan
Nemerdan dil ruxandin
Baxçê gulan qirdikin
Pir rindî û pir şêrînî canê min
Heyrana bejna te me xezela min
Kubara min keja min xweş bedewê
Tu kulîlka ser şaxanî rinda min
Şadîya min hedûra min dilê min
Evina min, ji rojan û rojekî, ji deman jî demekî
Agirê ranewastî
Ser min de barî
Li min coş bû
Li ser min de
Herikî




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.