49-EZ BÊRÎYA SÎYA TE DIKIM, ÇIYAYÊ MIN.
Bavê min!
Gotinên te rût û durust bûn
Wek sondeke li pey bayê hatî berdan.
Her car ku te li neynika dilê xwe dinêrî
Te heman heqîqet didît
Ne kêm, ne zêde.
Her xêza ku li ser ruyê te xuya dikir,
Wek ku sirreke ku ji bîrên kûr ên dilê te
Ber bi jor ve hatibû kişandin.
Te tu carî xema xwe,
Nexist bin sîbata sar a maskeyan,
Êş, şopeke bêdeng bû li ser ruyê te,
Wek êvareke giran di nav çavên te de dima.
Û evîna te…
Wek ava ku ji çiyan diherike,
Zelal, paqiz, bêpaj…
Her tiştê ku derdiket pêşiya xwe
Bêyî ku biêşîne, bêyî ku xwar bike
Diherikand nav jiyanê.
Nêrîneke te…
Bi tenê nêrîneke te têrê dikir carinan
Gotin dilerizîn, dinya disekinî
Rastî, bêdengî cihê xwe pêda dikir.
Di wê nêrînê de hem wêrekiya Artêşekê
Hem jî şefqeta mêrekî mêrxas diza ava bûn.
Te biryara xwe dabû…
Wekî te pişta xwe nedabû çiyan
Çiyan pişta xwe dabûn te.
Ba radibû, şev giran giran dadiket
Lê riya te Radestî tu tarîtiyê nedibû.
Bahoz di nav te de rabûba jî,
Ji derve re tenê aramiya bendergeha te diherikî.
Tu yê herî piçûk ê wî malê qerebalîg bûyî.
Lê barê te…
Wek koka darê herî kevn kûr bû.
Ji bo ku tu kenekî bixî ser ruyê her kesî
Te westandina xwe Li kûrtirîn cihê şeve vêdişart.
Tu kêm dibûyî, em temam diman,
Tu bêdeng dibûyî, me jiyan wek stranekê dizanî.
Roj hebûn…
Deriyê malê bêdeng li benda te dima
Tu tevlî bîhna axê bibûyî
Te mil bi milê şevê re dimeşî.
Westandina te bîhna nanê germ dida,
Xwêdana li ser eniya te,
bereketa ser sifra me bû.
Gava tîrêjên heyvê li ser milê te diketin
Wek ku ezman tu dinasî.
Stêrkan çav li te daçikandin
Te jî bi wan re bi dizîka derd daxist.
Kî dizane te kîjan stêrk ji bo me veqetand,
Te kîjan tarîtî ji bo xwe reş kir?
Destên te bavo…
Bi sebra axê hişk bibûn
Di bin rojê de hatibûn strandin
Kemirîbûn lê tijî merhamet bûn.
Ew destên ku hemû barê dinyayê hildigirtin,
Gava porê ewladê xwe dihand, ji pembû nermtir dibûn.
Destdana te…
Çi tiştê ku di hundirê min de dicizirî
Bi bêdengî germ dikir.
Zêdetir ji her gotinekê ku dikaribû bike
Şikestekên di ruhê min de dipicand.
Paşê…
Rojekê ji nişkê ve
Tarîtiyeke bi nav û deng hat
Bêbext, lezgin, bêrawest.
Mirin a ku tu jê re dibêjî, ew mêvanê ku bêyî li derî bixe dikeve hundir
Tu birî, bêyî ku bipirse, bêyî ku xatir bixwaze.
Wext neda,
Gotin li pey xwe nehêla.
Lê tu…
Dîsa wek xwe mayî.
Li ber bêhna sar a mirinê re jî
Te bi wê nêrîna xwe ya mağrur kela xwe da.
Çik û serserî…
Bêyî ku bihejî, bêyî ku xwar bibe
Bêyî ku bar bî ser mile tu kesî
Te êşa xwe jî bi rûmet hilgirt.
Gava tu diçûyî jî te ders dida me,
"Mirovê ku mirov be, gava xatir dixwaze jî divê bi rûmet be" te digot…
Ne tu belav bûyî
Ne jî te kes belav kir
Te çawa jiyabû
Te wusa xwe ji vê dinyayê oxir kir.
Li pey xwe ne dilekî şikestî hêla,
Ne jî mirovekî ku te sîbata wî pîs kiribe.
Û ez…
Ez ji te dûr bûm bavo
Ne tenê ji ber mesafeyan
Ez ji dêmên kêm mayî dûr bûm
Ji gotinên "ez ji te hez dikim" ên ku neyan gotin,
Ji hembêzkirinên nîvco mayî...
Ez nekarîbûm nêzîk bibim…
Li wan destên te
Li wan destên te yên kemirî, yên ku bîhna jiyanê jê dihat
Ji bo cara dawî ez nekarîbûm dest bidimê.
Xerîbî ne tenê di navbera bajaran de bûye bavo,
Xerîbî, nekarîbûna ketina wê odeya ku tu tê de bûyî ye.
Min dixwest ez xwe biavêjim ser pêyên te
Û wek zarokatiya xwe tê de xwe bispêrim.
Min dixwest ez wan xêzên westandî paç bikim,
Lê rê li ber min hatin girtin,
Dem, di navbera me de sûrên derbasnebûyî ava kirin.
Niha valahiyeke ku di nav min de mezin dibe heye
Wek bîreke bêserî
û bêbinî.
Ez nikarim navê bixim ser
Lê ez dizanim
Ev ne tenê kêmûkasiyek e...
Ev, cankêşana dareke çinarê ye ku ji koka xwe hatiye qutkirin.
Ev…
Êşeke ku dê temenekî bê hilgirtin e.
Ew deynê kurtiyê yê ku li ser milê min bû
Min nekarî bi kamilî bide te.
Ew şermezariya giran a di dilê min de,
Niha bûye barê min ê herî mezin.
Dem…
Paş ve nazivire bavo
Em hemû vê yekê pir baş dizanin.
Ez dizanim ku ax tiştê ku girtiye paş ve nade,
Yê ku çûye venagere.
Lê dilê min…
Hê jî te li cihekî ku ez bikaribim bighêjimê dihesibîne.
Her car ku derî tê lêdan,
Her car ku bayê êvarê li rûyê min dixe
Ez wusa dizanim ku tu yê dakevî hundir û çakêtê xwe bi daxî.
Em di tu çarçoveya wêneyekî de nebûn pal bi pal
Ne di sibheka cejnê de, ne jî di rojeke ji rêzê de
Kenên me li rûpelên ji hev cüda ketine
Wek ku ne di heman malê de
Lê di nav heman xeyalê de em jiyane.
Lê bele em çendî ji hev hez dikirin
Bi bêdengî, bi aramî, bêyî ku kêm bikin
Evîna te têra her kesî dikir bavo
Lê wext têrê nekir
Bîranîn çênebûn ku bibin albûmek.
Xwezî wêneyekî me hebûya
Ew dema ku min serê xwe dabû ser milê te
Qehqehayên xwişk û birayên min
Û tu…
Bi wî dilê xwe yê mezin ê ku em hemû dixistin nav xwe.
Niha rûpelên vala di destên min de ne
Ez ber bi ku ve bizivirînim kêm e
Li ku binêrim nîvco ye
Lê ez dizanim
Evîna te, ewqas mezin bû ku di wêneyan de bi cîh nedibû.
Dibe ku ji ber vê yekê ye ku wêneyên me tune ne
Çik wekî em
Di çarçoveyekê de bi cîh nedibûn, em ewqas rast û kûr bûn bavo.
Dibe ku tu bixwazî bizanî…
Min hê şîna te negirtiye,
Min nekarî bigrim.
Lê rojek,
Dê rojeke ku tenê aîdî te be hebe.
Wexta ku tê de naherike,
Dinyaya ku li derveyî derî dimîne
Bi tenê rojek…
Wê rojê
Bîst û çar saetan li pey hev
Ez ê her tiştê ku di hundirê min de kombûye ji te re vebêjim.
Ew hevokên ku kêm mane,
Ew bêdengiyên ku di qirika min de bûne girêk…
Ez cihekî xeyal dikim,
Ne sîbata raboriyê li wir heye
Ne jî telaşa paşerojê.
Bi tenê tu û ez.
Em di nav bêdengiyê de rûnên,
Gava gotin diwestin jî
Em bikaribin ji hev fêm bikin.
Û ez…
Bêyî ku ez qet lezê bikim,
Bêyî ku ez tu tiştî paşve bixim
Ez ê xwe li te bipêçim.
Hemû evîna xwe ya ku dereng maye
Ne di carekê de,
Hêdî hêdî,
Dilop bi dilop
Bi herikandina nav dilê te ez ê bidim te.
Ez çavên xwe digrim niha
Ez di nav wî çaxî de me.
Bîhna te dikişînim
nav sînga xwe,
Mîna axê,
Mîna keda destan,
Mîna bavekî…
Û tu…
Wek ku tu qet neçûyî,
Wek ku tu her tim li wir bûyî,
Wek ku ez ji te re dereng nemame
Tu li min dinêrî.
Dibe ku wê rojê
Em ê cara yekem bi rastî xatir ji hev bixwazin.
An jî
Em ê tu carî xatir nexwazin.
Wek ku tu her tim li wir bûyî
Ez serê xwe didim ser milê te.
"Derbas bû kurê min" gotina te ez di xeyala xwe de dibihîsim,
Bahozên min diseyînin, deryayên min dihejin.
Dibe ku wê çaxê
Ev agirê ku bi salan e di nav min de dişewite
Hinekî bibe xwelî.
Dibe ku wê çaxê, ev êşa "ez dereng mam"
Cihê xwe bide oxirkirineke bi aram.
Roja ku tu çûyî ez ne li cem te bûm bavo
Di nav min de her ew hevoka kêm mayî
Gotineke "bimîne" ya ku nehat gotin,
Wek xatirlêxwestineke nîvco mayî disekine.
Lêbelê ku gava tu nexweş ketî ez li cem te bûm
Min destê te girt, ez li çavên te nêrîm
Gava min ew sîbata tarî ya di mêjiyê te de nîşanî te da
Te gotibû “Of… Çendî mezin e”
Di dengê te de ji tirsê zêdetir ecêbmayinek hebû
Min derew li te kir bavo
Min got “Ne li wî cihî ye ku zirarê bide”
Te bawerî bi min anî…
Min jî dixwest ez bawer bikim.
Em pir dereng man
Dem ji me lezgintir bû
Ne me karî tu rizgar bikira
Ne jî min karî wî çaxê dawî bi dest bixista.
Odeyên nexweşxaneyê li te teng dihatin
Te gotibû “Ez nikarim li vir bimînim”
“Ez nikarim destnimêj bigrim…
Ez dixwazim di nav qeryolaya xwe de bim”
Tam wê çaxê ez têgihîştim
Cihê ku mirov herî zêde jê re aîd e
Ew cih e ku mirov dixwaze tê de bêhna xwe ya dawî bide.
Min tu birî gundê te bavo
Ber bi bîhna axa te ve
Ber bi wan salên ku li ser dîwaran mayî ve
Ber bi qeryolaya te ve…
Û cara yekem
Min aramiyeke rastîn li ser rûyê te dît.
Tu giran nexweş bûyî lê
Dilê te hê jî wek zarokan bû
Ji her dostê ku dihat re
Te bîranînek ji raboriyê derdixist
Te bi ken vedibêjin
Wek ku mirin li ber derî nebûya
Wek ku jiyan hê jî dirêj bûya.
Min li te dinêrî
Hem dilşad
Hem parçe parçe bibûm.
Çik min dizanî
Ne rojên te yên herî xweş,
Ne halê te yê herî bi hêz,
Em halê te yê herî zêde yê xatirlêxwestinê bi hev re dijiyan.
Niha ez difikirim jî
Dibe ku oxirkirina me ew roj bûn bavo
Di her kenê te de In her bîranîna ku te vedibêjin
Di her gotina te ya “ez baş im” de
Me bi bêdengî xatir ji hev xwest.
Lê dîsa jî di nav min de
Valahiyeke ku qet nasekine heye
Mirov Ji bavê xwe re nebêje “bi xêr bî”
Bi kamilî mezin nabe.
Du caran ez rastî te hatim bavo…
Her carê heman awaz
Di telefona te de…
Were Canê
Te mın hêşt tû çuy lê lê canê
Ez mam tenê li vî warê
Wek bilbileki birîndarim
Şev û roj li ser te dinalim
Were were lê lê canê
Sebram bê te nayê lê delalê
Derdê dilêmin kes nizane
Ti ji birîna min ra dermanî
Wek penaberek bê war mame
Wek rêwî kî xerîp mame
Ji bo hatina te li ser rêya me
Hêvî dikim tû vegerî li benda teme
Te bi deng guhdar dikir…
Di nav odeyê de bêdengiyeke giran hebû
Çendî ji dil
Çendî êşeke kûr bû ew
Gotinên wê li dilê mirov dixistin
Min tenê li te dinêrî.
Çavên te şil bûn, yên min jî di cîh de tije bûn…
Paşê te hêdîka rûyê xwe zivirand
Te dirêj dirêj li pencerê nêrî
Wek ku li derve tu tişt tune bû jî
Tu li cihekî di nav xwe de dinêrî.
Te muzîk girt ji nişkê ve
Ez dizanim te tehamul nekir
Wek ku tiştek di hundirê te de qetiya Paşê…
Te tenê av ji min xwest
Lê ew “av”
Ne a tîbûnekê bû bavo
Dengê giraniyeke mezin bû.
Min tu tişt negut
Min tenê li te nêrî
Û wê çaxê ez têgihîştim
Mirov carinan ji bo ku negirî
Tiştên din dixwaze.
Niha ez guhdarî wî awazî dikim
Ez di heman cihî de disekinînim
Ez di heman bêdengiyê de dimînim.
Bawer bike bavo
İro wek ku te guhdar dikir ez guhdar dikim
Bi çavên tije
Û bi wê valahiya kûr a ku te di nav min de hêlayî.
Tu çûyî bavo…
Mîna maleke ku ronahiya wê vemirîbe em li pey te man.
Lê ez hê jî kurê te me.
Yê ku navê te bi rûmet hildigire,
Ew zarokê piçûk im ê ku di sîbata te de mezin bûye.
Û ez tu…
Her ku wext derbas dibe ez te ji bîr nakim.
Mirov bavê xwe ji bîr nake bavo,
Mirov tenê hînî destpêkirina nû ya nebûna te ya her rojê dibe.
Berovajî, Her roj
Hinekî din
ji kûr ve
Hinekî din bi şewat
Hinekî din bi bêdengî...
Bîriya te dikim.
22.06.2025
Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 14.05.2026 11:06:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!