9-STRANA MIN A BI GIRÎN
Rojeke wisa bû ku bi germahiya tîrmehê diperitî…
Tu ketî jiyana min
keça min.
Ew giriyayîna te ya pêşîn hîn jî di guhên min de deng dide,
Dengekî zirav, lerizî, dengê herî saf ê cîhanê…
Di oda nexweşxaneyê de mîna ku her tişt cemidîbû.
Perdeyên spî
hêdîka dilerizîn,
Ronahiyên neonê yên li ser tavanê dicipisîn.
Dema min tu cara pêşîn girt hembêza xwe, cîhan ji nişka ve biçûk bû,
Tenê ez û tu
man di nav wê gerdûna piçûçik de.
Germiya bedena te ya hûrik di singa min de belav dibû,
Hêsir hêdîka
ji çavên min diherikîn.
Wê gavê ez fêm kirim...
ez êdî mîrovê berê nîn im, ez bûm yekî din.
Min bi lêvên xwe yên lerizî navê te kir “Dîcle”.
Mîna çemekî evînê yê kûr û fireh…
Ku ji hundirê min diherikî, kendavên xwe dirand
Û pêşiya wî nedihat girtin.
Ji wê rojê vir de navê te jî di hundirê min de bû rûbarek.
Dema tu mezin dibûyî, ez jî bi te re, bi xêra te mezin bûm.
Ez li ber xwe diketim ku ji te re bibim bavek
Te fêrî min kir şefqatê, sebrê û şiklê herî rût ê evînê.
Dema te bi wan destên xwe yên piçûçik û mîna pembû tiliya min a nîşandanê girt,
Bi hêza wan tiliyên hûrik dilê min ji nû ve ji dayik bû.
Gava te gavên xwe yên pêşîn avêtin, min zanibû ku salona me hejiya,
Di her ketina te de cihek di hundirê min de xwîn jê dihat,
Lê di her rabûna te de şanaziya min digihîşt asmanan.
Berê min di şevan de guh dida stranên bi girî.
Di ronahiya mator de,
dema min perde dikişandin
Û min dengê muzîkê pir kêm dikir…
Min birînên xwe, êşên xwe yên bêdeng emanetî wan stranan dikir.
Êvarekê tu çar salî bûyî.
Bi pêyên xwe yên piçûçik hatî kêleka min,
Bi çavên xwe yên mezin li rûyê min nêrî û te bi bêgunehî pirsî...
“Bavo, çima tu her dem guh didî stranên xemgîn?”
Wê gavê hevok di qirika min de girêbû,
Çavên min şewitîn, tiştek di hundirê min de bi bêdengî qetiya.
Ji wê rojê şûnde min bi dizî guh da stranan,
Min derî digirt, guhlêkên (kulaklık) xwe dixistin guhên xwe,
Ji bo ku dilê te
neşkeve,
Ji bo ku di çavên te de sîbera tu xeman çênebe…
Lê te nizanibû dila min,
Tu bûyî strana min a herî xweş, a herî kûr.
Li şûna melodiyên xemgîn,
Tu bûyî besteyeke ku qet bêdeng nabe,
Yekî ku hêvî û hêsir tê de tev li hev bûne.
Bi te re
Min zaroktiya xwe cara duyem, hîn xweştir jiyan kir.
Em bi hev re çûn wan lunaparkên ku ez qet neçûbûmê,
Ronahiyên rengîn, herfofok (dönme dolap), bêhna şîraniya pembû…
Dema te qehqehê diavêtin, ez di hundirê xwe de sax dibûm.
Min lîstikên zarokan ên ku qet nizanibûn ji te hîn bûn.
Her ku tu baz didûyî min hewl dida ku bigihîjim jiyanê,
Her ku tu dikeniyayî, kuncên min ên tarî ronî dibûm.
Dema tu diketî û çongên te xwîn dibûn,
Dilê min dibû hezar parçe.
Lê dema tu radûyî ser xwe, çavên min bi şanazî tije dibûn.
Tu heft salî bûyî…
Roja geş a ku te karneya xwe girtibû
Tu bi paqijî kete nav kincên xwe, porên te bi baldarî hatibûn şehkirin.
Tu ê biçûyayî gund.
Dema tu li ber derî sekinîbûyî min ji te pirsî, bi dengekî ku hinekî dilerizî...
“Ez ê li vir bi tenê bimînim keça min… Tu ê bîra min bikî?”
Hê hevok temam nebibû, hêsir ji wan çavên te yên mezin herikîn.
Lêvên te bûn girêk, milên te yên piçûçik hejiyan
Min jî di cih de ew hêsirên te bi kefa destên xwe paqij kirin,
Lê hêsirên xwe min da daqurtandin, min nîşanî te neda.
Wê gavê ez fêm kirim ku em heman xwînê, heman hestî hildigirin,
Em ji heman dilî, bi heman kûrahiyê êşê jî, evînê jî hîs dikin.
Niha tu çardeh salî yî Dîcleya min.
Em di heman malê de ne lê carinan di navbera me de,
Mîna mijeke sar, zirav û nexuyayî, dûrahî çêdibin.
Tu dikişî oda xwe, guhlêk di guhên te de ne,
Ez di salonê de bi bêdengî rûdinêm.
Gelo ev êşa mezinbûnê ye?
An her ewlad rojekê neçar dimîne ku rêya xwe hinekî bi tenê bimeşe, ez nizanim.
Lê vê yekê ji kûrahiya hundirê xwe bizanibe...
Ew dûrahî tu carî hezkirina min kêm nakin.
Her ku ez dibim şahidê her halê te yê nû, her guhertina te,
Her bêdengiya te û her kenê te,
Ez hîn bêtir, hîn bi şewattir, hîn bi êştir ji te hez dikim.
Tu diguherî…
Porên te dirêj dibin, nêrînên te kûr dibin,
Dengê te hinekî din mezin dibe,
Tu cîhana xwe bi bêdengî ava dikî.
Lê di çavên min de tu hîn jî ew pitika di wê oda nexweşxaneyê de yî,
Ew pitika piçûçik, nazik û rûsor.
Tu hîn jî ew keça ku tiliya min bi mistên xwe yên hûrik sımsıkı digire yî.
Tu hîn jî ew dengê min ê bêguneh î ku dema dibêje “Bavo”, bi hezaran perperokan di singa min de difirîne.
Carinan em nikarin biaxivin.
Carinan em li hev nakin.
Carinan em dirêj dirêj bêdeng dimînin.
Lê bizanibe ku ez her dem li vir im.
Ne li pey te, ne li kêleka te,
Heke hewce bike gavek li paş te, mîna sîbera te…
Wekî bavekî ku her dem te diparêze,
Şevan bêxew li te difikire,
Di her nefesê de navê te di hundirê xwe de derbas dike,
Û tu carî ji hezkirina te re dev jê bernade.
Tu şaştiya min a herî xweş î,
Biryara min a herî rast,
Şanaziya min a herî mezin,
Birîna min a herî kûr û dermanê min ê herî şirîn î.
Tu zaroktiya min a nîvco mayî yî,
Jiyana min a ku temam bûye, wate girtiye
Û bi ronahiyê tije bûye.
Û keça min…
Tu strana min a herî xweş, a herî kûr, a herî bi girî yî.
Êdî di wê stranê de xemgînî nîne.
Çonki di her rêzika wê de, di her notaya wê de, di her nefesa wê de tu heyî.
Û heya ku tu hebî,
Ev dil tu carî bêdeng nabe,
Ev evîn tu carî bi dawî nabe.
Hezkirina ji te,
Bû helbesta herî tal û şirîn a jiyana min,
Ew helbesta herî watedar û herî bêdawî.
Heya bêdawiyê ez ê te bim.
Çavên te radûsînim… Dîcleya min.
01.05.2026
Kayıt Tarihi : 21.04.2026 15:30:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!