35-JI DÎCLEYA MIN RE
Meha tîrmehê bû…
Bi giriyekê tu ketî jiyana min,
Û wê gavê
Dem sekinî.
Di oda nexweşxaneyê de
Cîhan biçûk bû di hembêza min de,
Ez mezin bûm ji nişka ve…
Ez bûm bavek.
Min navê te kir “Dîcle”,
Ji ber di hundirê min de
Mîna çemekî ku
pêşiya wî nayê girtin
Tu diherikî.
Tu,
Biryara min a herî rast,
Destpêka herî saf
bûyî di jiyana min de.
Dema tu mezin dibûyî
Ez jî mezin bûm bi rastî,
Dema min fêrî te dikir bê bavîtî çawa ye
Te fêrî min kir
Ku ez ji nû ve bibim mirov.
Bi wan destên xwe yên piçûçik
Wexta te tiliya min girt…
Hema wê gavê dest pê kir
her tişt.
Her ku tu meşiyayî
Ez jî ji nû ve
fêrî meşê bûm.
Berê
Min guh dida stranên baxem,
Min êşa hundirê xwe
li pey notayan dihişt.
Rojekê te pirsî...
“Bavo, çima her dem stranên bi girî?”
Tiştek di hundirê min de qetiya bi bêdengî…
Ji wê rojê şûnde min bi dizî guh da wan,
Ji bo ku dilê te nexeyîde.
Lê te nizanibû…
Tu bûyî strana min a herî xweş.
Ne ya bi girî,
Melodiyeke kûr û germ…
Kula ku qet bêdeng nabe.
Bi te re
Min zaroktiya xwe cara duyem
ji nû ve jiyan kir.
Di kenê te de ez sax bûm,
Di bazdana te de ez gihîştim jiyanê.
Dema tu ketî dilê min parçe bû,
Dema tu rabûyî ser xwe
Şanaziya min gihîşt asmanan.
Tu tenê keça min nebûyî,
Hevala min a herî nêzîk bûyî…
Nîvê dilê min.
Tu heft salî bûyî…
Beriya ku ez herim min pirsîbû...
“Tu ê bîra min bikî?”
Te bersiv neda,
Çavên te tije hêsir bûn.
Min ew hêsir paqij kirin,
Ji ber min dizanibû…
Me ji heman dilî
hîs dikir.
Niha tu çardeh salî yî.
Em di heman malê de ne lê
Carinan em dûr dikevin ji hev.
Belbî mezinbûn ev e…
Ku her kes rêya xwe
hinekî bi tenê bimeşe.
Lê bizanibe keça min…
Dûrahî sewda min
kêm nake.
Berovajî,
Kûr dike.
Tu diguherî,
Tu pervaz dibî,
Tu asmanê xwe yê taybet ava dikî.
Lê di çavên min de
Tu hîn jî ew pitika roja pêşîn î…
Ya ku tiliya min bernade,
Dema dibêje “Bavo”
Ya ku hundirê min dihejîne.
Carinan em bêdeng dibin,
Carinan em li hev nakin…
Lê ez her dem li vir im.
Gavek li pey te belbî,
Lê her dem yê ku te diparêze,
Her dem yê ku li te difikire,
Her dem yê ku ji te hez dike.
Tu
Şaştiya min a herî xweş î,
Biryara min a herî rast,
Şanaziya min a herî mezin î.
Zaroktiya min a nîvco mayî,
Jiyana min a temamkirî yî.
Û keça min…
Tu êdî strana min a herî kûr î.
Lê ew stran
Êdî ne bi girî ye…
Ji ber di nav de tu heyî.
Û heya ku tu hebî
Her nota hêvî ye,
Her mısra evîn e,
Her awaz
Spasiyeke bêdawî ye.
Hezkirina ji te…
Helbesta herî xweş a jiyana min e.
Û ev helbest Qet bi dawî nabe.
02.07.2025
Kayıt Tarihi : 5.05.2026 09:47:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!