17- Baran u Tu Şiiri - Ali Fırat Dicle

Ali Fırat Dicle
208

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

17- Baran u Tu

17-BARAN Û TU

Çavên te yên kûr û sîdar hebûn, mîna du ronahiyên bêdeng
ku êvarê li ser golê dikevin.
Kîjan kesî bihara ku ji kenên te vedibû hez kir?
Kîjan kesî bi hêdî guh da bayê ku di porên te de digeriya?
Ez jî barana ku berî te dihat hez kir.
Ew xemê nazik ku li ser pelekê li bendê dima.
Û ew rêwiyê kevn ku tu di dilê xwe de veşartibû.
Mîna ku di hundirê te de ruhê hecîyekî hebû ku salan rê kiriye,
westiyayî, lê hê jî hêvî hilgirtibû.
Belkî ez li ber bedewiya te navê hemû evînên rast û derewîn mayim.
Lê herî zede ez ew kedera ku di rûyê te yê guherbar de dima hez kir.
Ji ber ku mirov bi qasî xema xwe kûr e.
Û evîn, carinan süriyeke çivîkan e ku bêdeng dûr dikeve,
û tenê bêhna baranê li paş xwe dihêle.
Min rûyê te di bîra xwe de parast.
Wekî roja yekem ku min te dîtibû, bê ku min ji bîr bikim.
Ezman hêdî-hêdî dibarî.
Dema ku dilop li axê diket, mîna ku cîhan stranek kevn ji nû ve dibêje.
Dema ku ez di nav kevirên şil de dimeşiyam, min bîra teretirên avê anî,
Ew keskatiya biçûk ku pir kes nabînin.
Mîna qencîya bêdeng ku di hundirê te de dijiya.
Ti bajar nikare bi hêsanî wê bibîne.
Paşê ji nav daran şelekek ronahiyê derket.
Ji nav ewrên ku piştî baranê vebûbûn.
Dema ku tu dîsa meşiya, giya di bin lingên te de nerm bû.
Ba alîyê xwe guhart.
Çivîkeke zeviyan ji cihê xwe yê veşartî deng da.
Dengê wê li ser zeviyên genimê belav bû, heta dilê êvarê.
Û ez fam kirim...
Xweza te wekî parçeyek ji xwe didît.
Ez nizanim ew sis bû ku bû baran,
an ew bêriya ku di hundirê min de mezin dibû.
Lê dema ku dilê te gihîşt dilê min, hemû mevsim tev li hev bûn.
Çawa ku çemek digihîje deryayê, ez jî wisa nêzîkî te bûm.
Bêdeng.
Kûr.
Hinekî tirsî.
Û niha ez dizanim...
Hezkirina mirovekî carinan mîna hezkirina bêhna daristanê,
baranê,
axê
û ezmanê di heman demê de ye.
Dilê te gihîştiye dilê min.
Ji vê zêdetir çi dixwazim?
04.04.1990

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 26.04.2026 13:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!