Dilê min, tu min pêşan ke
Hest, evîn, derdê min veke
Xwestinên min gul, sosin in!
De rabe dem li min dereng e.
Can dilo tu xwe kerr neke!
Ez jinim xwe jiyanim!
Ez gulim dil,giyanim
Ez caran ser pîyanim
Caran jî bin destanim
Ez dayikê her zarokan
Dilo dilo dilê min, xew nakeve nav çavê min
Ev çiyîye min qewimî? birîna min jî pir kûre
Ez bêkesê, pepûkê îro jî li min şîvane
Derdê min pir girane, li min êşe min kesere
Ax li min belengazê, ez rêwîyê rêya dûrim
Ağ ez xemgin ez rebenim
Dermanê min jî welatê me
Ax ez dîn im û dil bengînim
Evîna min ew gula geweze
Ez dikişim lo şevan û rojan
Evîna nav dilê min ronahîya çavê min
Ez bi gorî roja te, ez heyrana navê te
Bilbila min eşqa min; ez qijikê ez mehrûm
Rabe ware zû ware, ez hêvîdarê te me
Bêhna te difnê min de dengê te guhê min de
Em rabûn rabûn rabûn gelên kurdan tev şabûn
Me re şêne û şaî, qadên me jî tijî bûn
Ez qurbana koma me mêrin, jinin, zarokin
Şadîmanî ya meye ev roj me re bû hebûn
Hatin hatin tev hatin gelên kurdan pir hatin
Hevrênin û pêşengin devê wan de kilamin,
Salane ser çiyanin rêberin, xwendevanin…
Xwestinên wan welate; dil hesin dil polatin,
Çentê wan de pênûsin, milên wan de keleşin.
Hevrênin û pêşengin hemû jî şoreşvanin,
Tu Qaqizmana dor gulan
Tu hîv tu stêrê nav şevan
Gerdana ber çemê Erez
Tu axa şêrin warê şêran
Qaqizmana kew,kevoka
Gözleri zeytin karası geleceğe umut saçan
Gamzeleri kan deryası, yaraları güller açan
Mor dağların eteğinde yıldızlara gülümserken
Obüslere hedef olan Qileban’lı küçük Zilan
Ölüm gelmiş kol geziyor! tüm mermiler can alıyor
Ev çi hal me qevîmî
Dil bîrîne çav tevizî
Ev rewşê reng reşe
Dil,jiyan,roj meliqî
Ev ne hal lo ne tişte




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.