Dijî bahatinê kezîyên xwe bernede
Agirê û şewata dilê min jî tevnede
Ew tilîyên xwe kubar, nazik biparêze
Destê bihineyî kort û çalan venede
Lê bûkê qîza welatê me dotmama min
Ez ava nav çeman im
Ez Dîjle û Ferat im
Diherikim, dikişim
Jiyanê re tim jîn im
Ez Çewlik, Muş û Wan im
Ava gunđê me hênike
Tê de elbik û şerbike
Berx herikin li çûn çêrê
çêra wan ji xweş tolike
Pişta gundê me de pale
Hatin leşkerên Romênin
Bi sedan bi hezaranin
Li ka ku ma mirovayî?
Wax qîrîna zarokanin
Di welat de teyrê bazin
Berbange me serî da
Tirêje ke xweş berda
Doralî ronahî bû
Roja me jî geş veda
Qet guh nedin bêfêman
Gelê Kurdan kolanan de raperîn
Ev dijrabûn berxwedana şêrane
Dil û can em hev re ne, hev naqetin
Ji bo azadî ya gelan hewldane
Bi rojane toz, dûma û xubar e
Gul, kulîlkan baharan
Hêşinîya ser daran
Pir rindî pir ciwanî
Berîvana ber mîhan
Şanazîya gelê me
Xewa tev şevan pir girane
Li min şilî, şepel, barane
Dilê min de kulek e zîze
Dîsa li min mij û morane
Pişt çîyan de gundekî dûre
Ez nexweşim, birîndarim şevan, rojan ez dinalim
Dem jî bo min pir xerabe tim diçe, tê dora min e
Diyarê xerîbîyê de nav de jiyan her dem zor e
Kezeba min perçe perçe, serê min de mij dûmane
Nexweşxane ser palane min avêtin ber kêrane
Ev gir girekî geş e, lo dilo can
Dor lê tij î binevşe, lo dilo can
Wek newalan, wek çeman, lo dilo can
Li bin de av dikişe, lo dilo can
Gundî hatin zozanan, lo dilo can




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.