34- Behna Xatırxwestıne Je Te

Ali Fırat Dicle
208

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

34- Behna Xatırxwestıne Je Te

34-BÊHNA XATIRXWESTINÊ JÊ TÊ
Her tişt li benda te ye,
Bêdengiya te jî navê te dipichîne di şevan de,
Dîwar, perde, kuncê kolanê…
Her tişt hatina te dixwaze.

Ku tu bave jî hundir,
Ew şopên ku te rojekê hîştine ji nû ve bibînî,
Ku destê te lê bikeve,
Ku çavê te dest bide jiyanê,
Ku tiştên hatine ji bîr kirin
ji nû ve can bistînin…

Û her tişt bêrawestan dubare dike,
Heman hevokê, heman hesretê...
Ku ez çendî ji te hez dikim…

Lê niha,
Bêhna xatirxwestinê hinekî ji van rêzan tê,
Hinekî bêdengî, hinekî demekî şikestî…
Min bi xweşî bi bîr bîne, Çonki ev rêzên dawî ne.

Balerîneke sivik bûm,
Ji nişka ve derketim di jiyana te de,
Porên te têkel kirim,
Min dest da dilê te hêdîka
Û ez fûriyam û derbas bûm li pey te…

An jî ez bûm baranek,
Mîna dilopên ku li kolana te civiyane,
Pêşî hêdîka bariy, Paşê ez zêde bûm, zêde bûm…
Bêyî ku ferq bikim ez bûm lehiyek,
Û te nekarî birevî ji wan bîranînan.

Paşê axê kişand avê,
Her tişt hêmin bû,
Şop hatin paqij kirin hêdî hêdî…
Ez jî wekî wisa, Winda bûm û çûm.

Belbî jî ez
xewnek bûm ji bo te,
Ya aydî şevê, ya ku beramberî sibehê derdest bûye…
Te dît, te bawer kir, te hîs kir
Lê te nekarî bigirî.

Tue hişyar buy,
Û ez bi dawî bûm…
Niha çi mabibe li pey,
Hinek bîranîn, hinek hevokên kêm,
Mîna destdaneke nîvco mayî…

Dîsa jî,
Heke rojekê ez bikevim bîra te
Di navbera stranekê de,
Di bin lambeya kolanekê de
An jî bi bayekî ku ji nişka ve tê…
Min bi xweşî bi bîr bîne.
Çonki ez, Ê her dem te wisa bînim bîra xwe.

06.07.2013

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 4.05.2026 17:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!