13- Tene Tu Şiiri - Ali Fırat Dicle

Ali Fırat Dicle
212

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

13- Tene Tu

13-TENÊ TU

Dilê min hêdî lêdide vê payîzê de,
Westiyayî… di nav bêdengiyeke dirêj de
wek ku di dengê xwe de wenda bibe.
Bi destê êşê re min reng xwe wenda kir,
Bêspîyeke sar li ser min ketiye,
Nefesê min teng dibe her ku dem giran dibe.
Dem diçe,
lê di hundirê min de her tim heman kêlî…
Di aynaya şikestî ya berê de
ruyê min ber bi te ye.
Ez bîr tînim û her ku bîr tînim
bi bêdengî digirim.
Ez dîsa diçim wê cihê ku bayê dizane…
Şikestî, kêm, belavbûyî,
li her aliyê, li her aliyê din,
bêyî ku ez li cihêkê bim…
wek pelê darê yê hişk.
Lê sibê…
dema sibeh derkeve, ez ê hêviyên xwe bigirim û biçim rê.
Çimkî ez dizanim, li jîngehekê
tu hîn jî li benda min î.
Ez ê ji daristanan derbas bibim,
ez ê çiyan bibirim,
rê çiqas dirêj be jî
ez ji te veqetî nabe.
Çavên min di hundirê min de ne,
hişê min girtî ye,
dunya derveyî winda bûye…
ne deng,
ne reng.
Ez tenê dimeşim… ber bi nenasîyê ve.
Ji bo min şev û roj tevli hev dibin,
dem wateya xwe winda dike.
Ne tîrêjên zêrîn ên êvarê,
ne jî bayê ku fısıld dike…
tuşî min nabin.
Çimkî di hundirê min de tenê yek hêvî maye:
tenê tu…
30.07.2023

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 22.04.2026 09:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!