46-FIRAT Û DÎCLE
Sala du hezar û deh bû…
Meha çileyê.
Ji rojan sêşem bû
Hewayekî wisa ku ji sermayan dicipisî,
Nefes bixwe jî
dilerizîn.
Di korîdora
nexweşxaneyê de
Min bi bêdengî benda te kir.
Dem giran bû,
Deqe mîna ku
cemidîbûn.
Paşê…
Te nefesa xwe ya pêşîn girt.
Çavên te vekirî,
Lê mîna ku cîhanê hîn wateya xwe nedîtibe…
Mîna zarokekî ku dipirse, ku lê digere…
Bi wan nêrînên xwe yên kûr û bêwate
Te xwe li jiyanê girt.
Û ez…
Min ew bîsk di hundirê xwe de xêz kir.
Mîna nîgarkarekî (ressam)
Min wêneya te li ser dîwarê dilê xwe çêkir.
Giriyayîna te ya pêşîn,
Nêrîna te ya pêşîn,
Hebûna te ya pêşîn…
Hemû li ba min man.
Paşê roj derbas bûn.
Lê ez nesekinîm.
Min hewl da ku ez her bîskek te bigirim.
Her kenê te,
Her xewa te,
Her tevgera te ya piçûçik…
Mîna ku dem ê bireve û herî
Mîna ku tu ê mezin bibî û winda bibî
Min xwest ez te di nav wan deqeyan de bigirim.
Min wêne (fotoğraf) kişandin…
Bê rawestan,
bêbazar.
Bi hezaran…
Bi deh hezaran kare.
Her wêneyek ne tenê bîranînek bû,
Nefesek bû ji bo min.
Ji ber min dizanibû…
Dem ê biherikiya.
Lê min ê Hûn
Di nav bîskan de veşartiba.
Ali, tu hîn du salî bûyî…
Rojekê
li ser pêskêşan (merdiven)
Te telefona min xist xwarê.
Hêrseke ji nişka ve…
Dengeke ku bilind bû…
Û paşê…
Bêdengiyeke giran ku di hundirê min de deng veda.
Wê rojê min soz da xwe.
Min sond xwar…
Tu carî
Bi tu sedemê
Destên min ê li we nekevin.
Ji ber ez fêm kirim...
Tiştê ku şikestî ne telefon bû,
Dibe ku dilê zarokekî be.
Û ez…
Ez ê tu carî
Zirarê nedim dilê we.
Em wê sibehê ji Silfayê (Silvan) ketin rê,
Duyê meha tîrmehê bû…
Dema ku roj hîn nû bilind dibû
Di hundirê min de telaşeke bêpênase,
Hêviyek, duayek hebû.
Rê dirêj bûn,
Ew asfalta ku ber bi Batmanê ve diçû
Mîna ku bi rîtma dilê min re pêşbirk dikir.
Saet giran derbas bûn…
Û piştî nîvro
Em di deriyê nexweşxaneyê de ketin hundir.
Dem li wir sekinî.
Paşê…
Dengek bilind bû.
Zirav, lerizî,
Lê dengekî wisa ku hemû cîhanê tije dikir…
Dengê te,
Dîcleya min.
Wê gavê
Ne rê man di bîra min de
Ne westiyan, ne dem…
Tenê tu hebûyî.
Di nav germahiya tîrmehê de
Tu mîna rûbarekî hênik di hundirê min de ji dayik bûyî.
Û min wê rojê fêm kir...
Rêyek bi dawî bû,
Lê jiyana rastîn
Bi wê giriyayîna te ya pêşîn dest pê kir.
Di oda nexweşxaneyê de dem sekinî mîna ku
Perdeyên spî hêdîka nefes distandin û didan,
Min tu cara pêşîn girt hembêza xwe…
Û cîhan biçûk bû.
Her kes, her tişt jê birbû (silindi).
Tenê tu hebûyî.
Û ez…
Germiya bedena te ya hûrik
Dema di singa min de mîna rojekê derdiket,
Wê gavê min fêm kir...
Ez êdî ne ew mêroyê berê bûm.
Min navê te kir “Dîcle”…
Ji ber ew hezkirina ku di hundirê min de diteqiya
Mîna rûbarekî nedihat sekinandin.
Herikînek ku kendavên min dirand,
Min ji min dibû…
Beriya te jî
Dilek li vê malê lê dida.
Paşê tu hatî
Dîcle…
Fırat dema tu cara pêşîn dîtî
Çavên wî ji şaşbûnê mezin bûn...
Gote: “Ev xwişka/birayê min e?”
Ji wê rojê şûnde
Hûn ne du bedenên cuda bûn,
Hûn bûn yek hezkirin.
Dema tu digiriyayî ew bêhuzur dibû,
Dema tu dikeniyayî wî qehqeh diavêt.
Bi destên xwe yên piçûçik hewl dida te biparêze,
Mîna ku di vê cîhanê de wezîfeya wî ya tenê ev be…
Min li we temaşe kir.
Û dilê min nebû du parçe...
Du caran mezin bû (qatbû).
Dema hûn mezin dibûn
Ez jî mezin bûm.
Dema min hewl dida ku ji we re bibim bavek
We fêrî min kir ku ez bibim mirov.
Şefqatê…
Sebretneyê…
Hezkirina bêşert…
Gavên we yên pêşîn…
Ew ketinên piçûçik…
Çongên xwînî…
Di her ketina we de hundirê min perçe dibû,
Di her rabûna we de
Şanaziya min digihîşt asmanan.
Di demên berê di şevan de
Min guh dida stranên xemgîn.
Di odeyên bêdeng û loş de
Min birînên xwe emanetî wan melodiyan dikir.
Êvarekê…
Tu çar salî bûyî
Dîcle.
Tu hatî kêleka min,
Bi çavên xwe li dilê min nêrî...
“Bavo… Çima tu guh didî stranên mîna yên ku digirîn?”
Fırat jî li ber derî sekinîbû,
Mîna şahidekî bêdeng.
Wê gavê… Tiştek di hundirê min de qetiya.
Ji wê rojê şûnde
Min stranên xwe veşartin.
Min xema xwe di hundirê guhlêkan de heps kir.
Lê we nizanibû…
Ku hûn bûn strana min a herî xweş.
Fırat…
Tu mîna rûbarekî bihêz di hundirê min de herikî.
Dîcle…
Tu bûyî çenga herî zelal a wî rûbarî.
Bi hev re
Hûn bûn besteya herî bedew a jiyana min.
Em çûn lunaparkan…
Di bin ronahiyên rengîn de
We keniya,
Ez sax bûm.
We baz da…
Min hewl da ku ez bigihîjim jiyanê.
Tu heft salî bûyî
Dîcle…
Te karneya xwe girtibû,
Çavên te dibiriqîn.
Min li ber derî ji te pirsî...
“Tu ê bîra min bikî?”
Hê hevok bi dawî nebibû
Çavên te tije bûn.
Fırat hêdîka dest da ser milê te.
Wê gavê ez fêm kirim…
Ku em her sê
Parçeyên heman dilî bûn.
Niha…
Fırat 16 salî ye, Dîcle 14…
Em di heman malê de ne lê carinan di navbera me de,
Dûrahiyeke bêdeng digere.
Derî tên girtin,
Guhlêk tên xistin,
Cîhanên we yên taybet mezin dibin.
Û ez…
Di salonê de rûdinêm û li we difikirim.
Gelo ev mezinbûn e?
An dûrahiya jiyanê ya ku jê xelasî nîn e?
Ez nizanim.
Lê tiştê tenê ku ez zanim ev e...
Hezkirina min kêm nabe.
Berovajî wê…
Kûrtir, giran bêtir, rasteqîn bêtir dibe.
Hûn
diguherin…
Dengên we, nêrînên we, xeyalên we…
Lê di çavên min de
Hûn hîn jî di wê halê roja pêşîn de ne.
Hûrik… Nazik… Bêguneh…
Yên ku tiliya min sîmsikî digirin,
Ew du zarokên piçûçik…
Carinan em nikarin biaxivin.
Carinan em bêdeng dimînin.
Lê bizanibin… Ez her dem li vir im.
Gavek li paş we, mîna Sîbera we.
Wekî bavekî ku we diparêze, li we difikire,
Û tu carî ji hezkirina we dev jê bernade.
Hûn şaştiya min a
herî xweş in,
Biryara min a herî rast,
Şanaziya min a herî mezin…
Birîna min a herî kûr
Û dermanê min ê herî şirîn in.
Fırat…
Dîcle…
Hûn halê temamkirî yê
Zaroktiya min a nîvco mayî ne.
Û zarokên min… Hûn strana min a herî kûr,
Herî rasteqîn, a herî bedew in.
Êdî di wê stranê de xemgînî nîne.
Ji ber di her notaya wê de
Dilê we heye.
Û heya ku hûn hebin… Ev dil ê bêdeng nebe.
Ev evîn ê bi dawî nebe.
Hezkirina ji we…
Bû helbesta herî tal, herî şirîn,
Herî rasteqîn û herî bêdawî ya jiyana min.
Heya bêdawiyê ez bavê we me.
Çavên we radûsînim…
04.04.2026
Kayıt Tarihi : 11.05.2026 09:13:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!