106 -MİN GO SAZBEND!
Min go sazbend!
Bihar e, min got li ber guhên min dengê xwe dernexe
Him şev û him roj!
Ji te memnûn im
Li derdora konê min nesekin û bang neke û stranan nebêje!
Ji ber ku îro ez penaber im.
Nalîna tembûrê ji pêşiya çavê min reben neke sazbend!
Naxwazim lê guhdar bikim ji ber ku îro ez penaber im…
Ez dikarim awazên şahiyê li gulistana xurbetê jî bixwînim
Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im!
Kincên min di torbeyê min de ne ez ê herim û herim,
Min ne bawer e carek din ez dê li vî kaniyê vegerim.
Ji ber ku îro ez penaber im!
Li her wargehekî min bîranînek çand.
Lê mixabin îro, çavê xeribiyê kor be!
Çimkî ji dengê welatê xwe bê pirs û bê xeber im…
Ger yek ji min bipirse, dosto; “Tu dixwazî li stranan bigerî?”
Ez ê bêjim “Na, bi qurbana çavê te bim, helbestên min di dilê min de pir in,
Ez li warê stranan ez digerim…
Qey tu nizanî ez jî weke teyrekî perşikestî li ser tixûbên sar,
Birîndar im wek ku ez jî bi dax û keder û kofîzer im!
Ger te ya dilê min bizanibana dosto,
Bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê asman, bê mal û bê ziman û herim!
Çendî tu aşiqê awaza xwe bî dosto,
Ez jî di welatê xwe de aşiqê dengê dayika xwe ya dinalî me,
Ez jî di welatê xwe de aşiqê axa kesk û sor û zer im.
Lê çi bikim, îro, ez penaber im!
08.06.2026
Ali Fırat DicleKayıt Tarihi : 8.06.2026 12:26:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!