105- Dilrevin Şiiri - Ali Fırat Dicle

Ali Fırat Dicle
212

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

105- Dilrevin

105- DİLREVÎN

Tu hatî rewşena çavan
Evîna dil, wekî tavan
Ji bo te dinalim her gavan
Di ser çavên me re hatî

Bi naz û xeml û sîma yî
Tu wek Leyla û Zine yî
Ji bo birîna min derman î
Bi dîtna te dil şaatî

Birûkeman û dildar î
Ji bo derdên min dildar î
Ketime ber te, daxbar î
Bi bejna xwe tu şemşat î

Te mêlak û cerg birîndar kir
Xew û sebra min tar û mar kir
Cîhan li ber çavên min dar kir
Bes e ev qas neyarhatî

Bes e ey şeng û dildara min
Guh bide qêrîn û hawara min
Li her derê eşkere bûye sara min
Te dil kir agir, bi berbatî

Me can û dil di rê de dan
Ketime pey te li her deşt û çiyan
Tu yî şahbanga her dila û canan
Te dildarî kir sed qatî

Bes e qêrîn û gazna me
Di nava cerg de ma tîra me
Di vê eşqê de winda bû rîya me
Di vî qada evînê de şahmat î

Bi şal û şebik û xemla nû
Carekê wer derva, bibîne vî rû
Tu yî dermanê her birîn û kû
Tu naz û taca lihevhatî

Li ber dergehê te mîna qûl im
Ewîndarekî gelek dilsûz û kûl im
Di evîna te de kûr û meclûl im
Li te pîroz be şahî û axatî

Me serê xwe daxist li ber lingê te
Heyranê wan çav û rengê te
Kuştî me bi tîr û cengê te
Ez im rûniştiyê xerebatî

Xerebat im di vê dewrê
Fincana mey girtiye ew sewrê
Xanî û Cizîrî li min kirine ewrê
Ji kûpa eşqa mîrê Batî

Ji destê yarê min mey vexwar
Dilê min ji xeman re bû qewar
Gihîştim miradê, nema tu hawar
Sêvên sor yên Exlatî

Ew şerbeta ji lêvên sor û geş
Kiriye canê min gelek geş û xweş
Kî heye li vê dinyayê bibe weş
Gihîştibe wê bejna lihevhatî?

Gelek evîndar ketine vî rêyî
Hemû dinalin, birîndarên bêjeyî
Lê tenê ez im serkeftiyê vê peyvê
Tenê ez im di dildariyê de jêhatî

Di vê riya evînê de wek şêr im
Piling û qehreman û mêr im
Ji bo taca evînê her zêr im
Bes e helbestvanê dilşatî?

Ew helbestvanê dildar û pîr e
Lê di dil de wek xortekî jîr e
Ew evîndarê welat û nîgar e
Bi xwe mîna çiyayê Ararat î

01.05.2004

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 8.06.2026 09:20:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!