11- Ez Tam Hatım Şiiri - Ali Fırat Dicle

Ali Fırat Dicle
212

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

11- Ez Tam Hatım

11-EZ TAM HATIM

Bayên hesretê
li rûyê min dixin,
Mîna pelên hişk
hundirê min belav dibe.
Her bîska ku te dixwest
tu werî,
Yê ku dereng hat ez bûm, ne tu.

Yê ku bi salan li bende bû
tu bûyî, Yê ku bi serê xwe çû ez bûm,
Pêyên min îxanet li rêya xwe kirin.
Çi qas dem
min winda kir berî ku ez verim ba te,
Bêwext, bêezmûn, mîna zarokekî bêguneh
Dema min baz dida
ber bi aliyekî şaş ve,
Bi ken û girî, bi girî û ken.

Ez dereng hatim,
ez zanim. Yê ku sekinîbû ne ez bûm,
Dem bû ku tıkır tıkır dixebitî,
Ew dema ku gava ez radiziyam jî diranên xwe li hev disûrt,
Saet, meh,
demsal
Mîna dizên ku te ji min dizîn.
Gelo li gorî te jî yê sûcdar ne ez im,
Ma ne dem e ew caniyê rastîn?
Wî, di navbera me de
dîwar ava kirin,
Lê dema ez dikişiyam
ser wan dîwaran
Destên min xwîn bûn, çongên min bûn birîn.

Erê, ez dereng hatim
ba te ey yar,
Lê ez tam hatim.
Dilê min hîn jî bi heman lezê lê dide bi navê te,
Çavên min hîn jî bi heman agirî dişewitin ji bo te.
Min nikarî demê
bisekinînim, Lê te ez sekinîndim.
Bi nêrînek xwe, bi nefesek xwe, bi gotineke xwe ya “were”
Hemû saet bêdeng bûn,
Hemû teqvim (salname) şewitîn,
Hemû cîhan sekinî û tenê em man.

Niha li vir, dereng
be jî,
Tam di wextê xwe de
ez hatim.
Bayên hesretê
hîn jî li rûyê min dixin,
Lê vê carê ne şil in, germ in.
Çonki bêhna te
di nav wan de heye,
Germiya te heye.
Ez dereng hatim yar,
Lê ez hatim.
Û ez ê caran din
neçim.
Dem çi dibêje bila bêje,
Vê carê min dem
têk bir.
Bi te re.

29.06.2009

Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 21.04.2026 16:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!