88-EZ DİKARIBÛM BÊJIM
Min qet ne bû mêrê wan kesan ku di êvareke biharê de
kulîlkan li destê te dihêlin û bêjin: “ez ji te bîr kirim.”
Ji ber min evin her tim wek tiştekî ku divê di hundirê min de bimîne
fêm dikir.
Min ditirsiyam ku navê wê were gotin, ew ê bişikê.
Rojên taybet jî min pir caran jibîr kirin.
Gava pelên salnameyê dadikevin, tu ji min tiştek biçûk dikirî,
lê ez bawer dikirîm ku rêyên ku me bi hev re dimeşiyan
xwe bi xwe pîroz in.
“Ez ji te hez dikim” min qet hêsanî negot.
Ew peyv wek girêkek kevn di gola min de maye.
Her car ku ez nêzîk dibûm ku bêjim,
Di hundirê min de zivistana kevn dest pê dikir.
Dilê min sar dibû, çavên pencereyê dûman digirt,
Dengê min vedigeriya paş.
Lê tiştekê tu nizanî…
Ez ji ew kesan im ku evînê nizanin bi dengê bilind bibêjin.
Ji bavên bêhemdem ên ku ne hembêz kirin fêr bûm,
ji dayikên bêdeng ên ku hestên xwe
wek barê di hundirê xwe de hilgirtin.
Ji ber vê yeke ez kulîlk nedam destê te…
Ez li aliyê sar ê kolanê dimeşiyam da tu ne sar bibî.
Ez ne cejn pîroz dikir… Lê gava dengê te westiyayî derdiket
ez dinyayê bêdeng dikir da ez tenê te bibihîzim.
Dibe ku ez qet nebêjim “ez ji te hez dikim”…
lê di saet sêseyê şevê de
gava xew ji min direve tu yî ku pêşî tê bîra min.
Di nav qelebalixê de her kesekî ku te bibîne
serê xwe vedigerînim.
Gava baran dibare
ez ji xwe dipirsim: “gelo şemşiya te heye?” Ez ne kesê me
Ku evîn bi dengê bilind dijî. Ez wek parvekirina cixareya dawî me…
wek tiştên biçûk ên ku kes nabîne: qurbaniyên bêdeng,
duayên bê gotin, tirsa ku kes jê agah nîne.
Niha gava paşve dinêrim ez fam dikim…
Hin kes evînê dibêjin û mezin dikin, hin kes jî bêdeng hildigirin.
Ez aliyê duyem bûm.
Lê xwezî… Cara yekê min bikaribûya navê te di kulîlkekê de binivîsim
Li çavên te rast bibêjim: “Ez ji te hez dikim.”
19.01.2026
Ali Fırat Dicle
Kayıt Tarihi : 2.06.2026 15:41:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!