Tu her biharan gula ser şaxayî
Rojane, te digerim, yar tu kuyî
Delala min çavê min rê ya te ma
Evîna min bendê te me, tu ku mayî
Delala min ez bûm Mem tu jî Zînî
Bi sond şev pir tarî ye, rê herî ye
Dem bû qîr, zeraqa sibê venade
Bi vê rewşê dimeşim rê naqede
Ji bêbextî yê, roj qet serî nade
Neyar şop û rêçên min dişopînîn
Keça bedew ez bo te dînim, harim
Delalê tu yî gula her biharan
Min bêrîya te kir, ez bendê te me
Bê te jiyîn min re bû berf û baran
Barane ax jî şile, li jorde berf dibare
Rebenê em bimeşin, zû bike dem êvare
Ez gorî gurra min ke, tu car jî fikar meke
Bihar’a me rêda ye, nav de germ û xubare
Megirî,nelorîne paş şevan ronahîye
Ez destyarim destyarim
Hewcedarê dostanim
Eslê min de xav tune
Dijberê zordestanim
Ez rêzanim rêzanim
Ketim destên bêmerdan
Li koma wan bêbextan
Wan êriş dan li ser gel
Gel hilnaşin bi zextan
Hemû mijok û dizin
Delala min, rebena min
Bi salane rê nadin min
Dilê min de çar birîne
Xerîba min were ba min
Ev çi derde, ev çi hale
Bi rojan bi şevan meşa merdane
Hemû keç û xortên Kurd’an navdane
Wele koletî, bindestî hildişe
Roj raja serhildana Kurdane
Gel rabûn ser pîyan kulmên xwen guvaştin
Yaşlı bir karanlıkta, kör bir yıldız geceye sükse atıyor, rüzgârda asi bana
Sıcak ve yorgun haziran gecesinde
Şu Gürpınar'da
Derin
Ve
Uçsuz bucaksız
Li dîsa dilê min şewate!
Kezeb jî li min kovane
Li jiyan jî min kesere
Way li min û delala min
Ez dimirim! ..
Bihar jî hat derbaz bû




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.