Faruq (bırina Kur Şiiri - Cafer Sadık Ya ...

Cafer Sadık Yazgan
6

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Faruq (bırina Kur

FARÛQ (Birîna Kûr)
Ax li min û li min brao! / dilşewat û bêkes brao!
Rû-ken û rû-geşê malê, / can û ceger, delal brao!
Gula nava baxçê dil bûyî, / dax û xem û guman brao!
Ax li min Farûqê min e, / bê heval û bira brao!

Azize dıle mın kü de çû? / Sebra dılê mın küde çû?
Dermanê her du çavên min, / ronî û rûyê min kü de çû?
Dayê bi qêrîn û gazî, / sebra dila min küde çû?
Ka Farûqê min li kû ye? / şêrê malê min kü de çû?

Tu di xortaniya xwe de, / çûyî bira tu zû çûyî
Dinya li min bûye tarî, / wek şeva reş tu zû çûyî
Hêstir barîn ji çirayan, / her der tarî tu zû çûyî
Ez te nabînim birayê min, / bi kîjan rê tu zû çûyî?

Hinda kirina birayek, / bo min derdekî gelek zor
Êşa dilê min giran e, / dax û jan e û derdek zor
Zor e wellehî gelek zor, / dax ketiye nava cerg
Farûqê min çû ji vê der, / ketiye nav vî derdê zor.

Wek Ali'ye zülfikar im ez, / bê per û bask û bê mîl im
Ez sêwî me li ser dinyê, bê pişt, dilê min bar im
Wek mûmê heliyam û şewitim, / ez bende û ez zelîl i
Farûqê min çû ez kal bûm, / li ser vê axê rehîl im.

Merxas dema hate-bate, / xatir xwest û çû ew bira
Mihrîcanê da ser darê, / weşiyan pelên ser çıra
Hesreta te çiyayek e, / giran ketiye ser milan
Sılavan bike ji bavê min, / ey qehreman, şêrê bira.

Cafer Sadık Yazgan
Kayıt Tarihi : 19.08.2026 12:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Benim dostum ,sırdaşım ve kardeşim Mükemmel bir insan isi Allah rahmet etsin mekanı cennet olsun

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!