Şu yoz düzende
Ciğerleri sökülen
Yaşamlarına
Kan doğranan
Yüreklerinde çığlık
Bağırlarında ateş
Kesk û sor zera me yî
Gula ser axa me yî
Em zanin tu dermanî
Tu çare derdê me yî
Benda te me, can qurban
Bixemile bi gulan
Hezkirîya dilê min
Tu yî qîza xweş xuyan
Ez ketime ber bextê te
Gula min û gula min, pir girane barê min
Li vê hevrazê de mam, tu bigire destê min
Ez, rêwîyê eşqê me, dilê min de evîn e
Bê te her der agir e, şekir û şirîna min,
Gula min û gula min, wele xortê Kurda me
Keçê rindê min re bîne
Destê te de gula şîne
Tu qulunga ser golanî
Dengê te min dihelîne
Dêrê te qutnî, qumaşe
Şekira min şêrîna min delalê
Li vê şevê bêdengî ket nav malê
Heyva şevê şahidê dilê min e
Te têr nebûm têr nebûm xezalê
Tu gulî tu rihanî zehf delalî
Tu him ezman him cîhanî
Tu him canî him gîyanî
Bê te min re zeman derde
Tu evînî tu jiyanî
Dîsa min re derd û xeme
Bi şevane û rojane her çavê min de hêsir dibarin, kula min girane
Birîna dilê min birîna xeman, weşandina gul û gulbikan e
Bi rojan, bi mehan bi salan e
Şîn û şîvana ez tê de me
Ji bo bêkesîtîyê
Ji bo mexdûryê ye
Xezala ser ava nî
Tu bi gula Xerzan î
Te şefeq û roj anî
Tu rihana çîyan î
Te biskên xwe tev berdan
Tu gulî gula geşî
Mîna hingiv pir xweşî
Ay dil ay dil dilê min
Dilê min de naweşî
Tu gula çiqilanî




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.