Fêza gundê me de rezin
Nav mêrgan de perx û pezin
Wexta dema doşînî yê
Keçik diçin lez û bezin
Jêra gundê me de kozin
Pira gundê me tenge
Keça qemer ne şenge
Kincê lê jî tenikin
Mîna gula bêbelge
Aşê gundê me kevne
Reşa gund, xweş tê xuyan
Dişibe kew, kevokan
Keça kubar gul, kulîlk e
Bejna lê jî wek çiyan
Bihar ket warê Qers'ê
Gundê me de mal û xanî
Axa me de çem û kanî
Keça reşik benda rê ye
Kew gozel li ber danî
Kewa gozel war şên dike
Keça rû geş, bejn bilind î
Porê te hûr hûnandî
Zendên te de zêr û zîv in
Wek gezîyên badandî
Kenê te min re derman e
Min zozanên şîn û deştên germ hembêz kir û ji te re anî
Ji kerema xwe, li gulên ser çiqilan
Bêhn ke
Lê wisa xwe neêşîne
Xwe
Paşve vekişîne
Baran barî li ser malan
Lehî rabû, bi wek çeman
Keça xama çû çolê ye
Werî yeman, werî yeman
Baran barî deşt û çiyan
Keça zerîn xweş dimeşe
Birh û bijangên wê reşe
Kenê ser her lêvên wê de
Mîna kulîlk ê çelenge
Keça zerîn qelendere
Wek biharan rengînin
Keç û bûkên perînin
Dilo, dilo, dilo can
Qîzên Qers'ê şêrînin
Bi gul, gulpik bi xalin
Lo ked xwarin şerma reşe
Xizanî yê rewş nameşe
Ez xerîbê welatanim
Ji dilê min can diweşe
Ji derdane rehet nabim




-
Ümmü Eymen
Tüm Yorumlarhakikaten duygu dolu ders verici nitelikte bir şiir, kutlarım.