Keça Rû Geş Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2719

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Keça Rû Geş

Keça rû geş, bejn bilind î
Porê te hûr hûnandî
Zendên te de zêr û zîv in
Wek gezîyên badandî

​Kenê te min re derman e
Dûr dixe derd û kovanan
Bîna gulan ji te xweş tê
Bo min bûyî dil û jiyan

Keça rû geş, min eman e
​Hebûna te min zeman e
Keçê wekî şalûlan î
Dengê te wek bilbilan e

Rojên min bi te ve xweş in
Heval-hogir ên te baş in
Jiyan bi te ve geş dibe
Gul û pelên min naweşin

​Nav baxçê gulên zer de
Tu tê xuyan bi her alî
Tu xunava ser pelan î
Dermanê eşq û kulan î

​Ez bikevim nav wan milan
Min şa bike bi her rojan
Warê me jî her dem şên
Bi kulîlkan û bilbilan

​Her çavên te wek kaniyan
Bihara nû bo te xuyan
Nêrînên te pir ronak in
Ronî dibin bax û bostan

Mehmet Çobanoglu
20.04.2026
Gurpinar

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 20.04.2026 10:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!