Ez xeyalvanek im ku li herêmekê berfî dijîm
Belkî ji ber vê yekê;
bêdengî,qayîmî û sadebûn di kesayetiya min de cih girtiye
Min ev tişt jî paşê fêm kir
Lê berfê jiyana me şekil dabû, me nizanibû
Zehmetiya zivistanê sebir fêrî me kiribû
Ew mamosteyekî bêdeng bû
Tiştên ku wî ji me re digotin me gelek caran paşê dizanîbûn
Di rewşek wiha de, mirov bi neçarî xwe di nav xwe de vedişêre
Rûyê wê zer û zenûn bû; hestên di hundirê me de erdhejek çêdikir
Piştî ku hêdî hêdî bi dengan ji xwe re dibe fermî,
mirov dest pê dike ku di her warî de ji xwe pirsyar bike
Paşê beşên me yên westiyayî û bêdeng digirin
Ma hewaya berfî ji xwe tiştek ji me re ne digot?
Êdî bes e, demekê bêdeng bijî
Lê wan fêm nekir ku bi piştî demêkê re, bêdengî dê bibe deng û qîrîna herî mezin
Belkî min qîrînên xwe yên bêdeng pir caran ji bo
fîncanek çayê rê bihêz digotin
Qedehek çaya germ bes bû
cihê gelek gotinên negotî bigire
Min wan rojan aliyê xwe yên bilez ji bîr kirin
Bifikire, niha ez bi saetan tenê li paceyê dinêrim
Cama paceya min êdî ji min re bûye sînorek
Ez êdî naçim li ku derê
Ez êdî tiştekî nakim
Ez niha tenê li xwe temaşe dikim
Tişta herî mezin ya ku min daye xwe êdî tenêtî ye
Kayıt Tarihi : 5.04.2026 00:15:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!