Zarokbûn û paşerojên xweş mîna xeyalekî kurt û bihêz bû
Dem her caran di paxila xwe da kelecanên fedîkar di veşartî bû
Her roj, rojên bedew anîn li ser mirovahiya bêhempa
Şabunî gav bi gav mezintir dibû di nav ramanên me yên ecemî de
Paqijî û niyeta baş pêşvazî dikişandin û li her alî serfiraz diman
Berjewendîyên şikeştî li paşve çûbûn, ecizî dikişandin
Cihên revnak di bîranînên me de reng didan her tim,
bêhnên misk û amber difiriyan her derî
Roniya rojên kevnar bêtirs dijiyan,
vemirandin hêj çinebûn
Xeyalên heremî piştevanî dikirin ji kûrahiya evînê re
Ma qet tên bîrkirin xeyalên têkçûyî!
Li ser tiliya me de kîjan xalxalokê bextê xweş ne dikir?
Gava me perên sor û xalên reş temaşe dikir,
paşerojên nedîyar ma ne dihatin jibîrkirin?
Qulingan agahiyên dilovanî qîr dikirin,
heman deme jî kewên melaqî xûya dibûn
Li cem xwezaya rengîn aramî reng dida,
nîşaneyek biharê zergûn dibû
Cîranan şaş nedikirin li ser pêşkêşkirina debaxên xwarinê de,
xeletî biyanî bibû êdî
Bîranînên min yên taybetî,
niha hûn li ku derê ne?
Kîjan deveran hûn wendayî hilandin?
Weşartî û dilşikeştî çima dawiyê da encam dima?
Li xwe baş binêrin mejûya sed sala, zaroktiya min
Kayıt Tarihi : 5.04.2026 00:18:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!