Tu
Malê min tune bû, lêbelê dilê min pir dewlemend bû; ji ber ku mulkê wî tu bû.
Çi bikim bi jiyaneke vala? Tu giyanê jiyana min bû.
Ji azadîyê xweştir, wekî qudreta Xwedê bû.
Bi malê cîhanê bihayê te tune bû; tu îmana evînê bû.
Navê te ji ava Kewserê xweştir, ji avê Zemzemê pîroztir bû.
Tu ji dilê min re evîn, ji Xwedê re pesin bû.
Ez sond dixwim bi nod û neh navên Xwedê ku li ser vê cîhanê yekî din wekî te ji bo min tune bû.
Tu ji Firdewsê xweştir, ji Bihiştê pîroztir e.
Ziman bi gotinê, pênûs bi nivîsandinê, helbestvan bi helbestê nikarin te bînin ziman.
Tu jiyan e, tu evîn e; û ez di dilê xwe de te wekî baweriya Xwedê, bê guman, dihewînim... Jin û jiyana min.
Bawer Bager
Kayıt Tarihi : 6.07.2026 18:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!