Digire xwe û dibe
Yê pê dibim
Ku ve biçim
Biçim kê
Zinginî dikevin stasyonên dilê min
Xwebare mirar diçim bin çengên xwe
Qasî tevliheviya rêçên keştiyan
Ji lingan darve dibim
Marî ji boçikê xwe dadiqultînim
Ku ve biçim
Biçim kê
Digire xwe û dibe yê pê dibim
Ditewişin hemî kêlekên min
Hildiceniqim
Ji bo tenê nemanê
Ez û pitikên xwe
Bîrhatinên bermayiyên xwe maçî dikin
Bi destên xwe digirin
Ku were
Kî were
Tê û diçe
Mîna te
Mîna min
Ba qeşa digire
Li kêlikên min
Li wateyên bêwate
Diheje Xwedêtiya xweber
Digirnijin çirûskên stêrkan
Tê û diçe
Biçim kê
Ku ve biçim
Kayıt Tarihi : 15.01.2006 18:12:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



