Min rê li xwe pêçandin
Rêdûrê
Timî tenê tê de meşiyam
Tu derneketî pêşiya min di xewnekê de be jî
Li şûna ku tu xwiya nekî ez ê bikevim
Min pişta xwe da te
Darînê
Bûm pel ji te weşiyam payizan
'Ma ne bes e'
Tu ji min gihiyayî asîmanan
Min tu hembêz kir bir nav stêrikan
Rûşevê
Em kî ji kê diçûrisin
Di mostika devê şeva hêlekanê de dilê min heye
Ji wêdetirê xwebûna xwe hatime deriyê te
Min çi kir navê te lê kir
Navşîrînê
Bûm okyanûs
Rijiyam çaviya xwe
Min ser re avêt
Li her derê
Li her rêyê herrikîm te
Li ku yî tu?
Sîmar MasîcanikKayıt Tarihi : 20.08.2008 22:20:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



