Ji bo yî te hatim derê xwe
Beyirîna te û xwe
Şev û helisîna kûrên kulêmekên
Berdevkên çemên xwîna te
Giyan
Hilm
Û vejena weywaya çirûskên ezjeniya dilê te
/Got
Min nexemîne
Min got
Te naxwezim berê li mirinê
Ji ber vê
Wekî xwe têm te/
Bifikire
Hêdî ez ne heme
Tuyê çi bihîse
Tu ne heye
Ezê çi bihîsim
Xwe bide min
Li her derê te me
Li her derê
Dilê min dibêje
Peyvên asê
Kulên asê
Dilê
'Hêêê-hê'
Got ku
Bi wan nekeve
Ew zarokên te ne
Yên ku tu kes nikarin xwe pê bikin
Yên enerjiya şil
enerjiya çemên ku diherikin hev
Kayıt Tarihi : 1.09.2004 03:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



