Evîna me wekî erdnîgarîya Welatê me bû; hemû alê wê bi kul û birîn bû.
Wekî zimanê Kurdî bû: pir şêrîn û bedew bû, lê zarokên wê pê nizanî bûn.
Qasî Azadîya KURDÎSTANÊ pîroz bû; qasî navê wê qedexe bû.
Di nav xewn û xeyalan de, hêvîya wê bedew dibû; hesreta wê wekî agirê Newroz li ser dilê me bi şev û roj geş dibû. 🌄🕊
— Bawer Bager
Kayıt Tarihi : 9.07.2026 12:29:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!