Her tişt pir baş diçû, guldexwînan kulîlk vekiribû
Dilê min ji bo hemû kelecanan amade bû
Hiş û ramanên min ji her alî ve zelal dibû
Mîna ku nêzîkî xeta asoyekê dibûm
Paşê demek dihat ku her tişt di sekinî, bê wext dibû
Min xwest ku ez di fezayê de valahiyekê bijîm
Ketin, şemitîn, lerizîn û ez; li ser û bin dibûm
Ez nû fêrî avjeniyê bibûm, te ez jî pir bêzar dikirim
Ku di nîvê baweriyê de, tenê peyva ku ji lêvan derket
Min te bawer kir, te ev nebihîstîbû
Tu ker, lal û kor bûbû
Her tişt di navbera du biyanîyan de derbas dibû
Çavên te êdî ne stargehên ‘ewle bûn
Lêvên te niha deriyekî şikestî bûn
Birûyên te niha wek banekî ne ku baran jê diherike
Li ser lêvên min, dîsa û dîsa heman gotin dihatin bihîstin;
Min ji te bawer kir!..
Metin Ören
Kayıt Tarihi : 4.04.2026 23:58:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!