Tiştek ku min di hundirê xwe de asê dike, bêwate û gewr
Ji şevên dirêj û yên ku aloz min difetisînin,
bi tenê dihêle
Di nav xelkê de jî ez bêkes dimînim, bi êş û xemgîn
Ez ditirsim dayê, bîra jîyanê da çûn û hatinên min ranawestin
Ji nayêm fêmkirin, ez hêdî hêdî têm kuştin
Ne kes dibîne û ne ji kes dibihîze
Tew neynika ku ez her roj lê dinêrim jî ecêb e
Çawa sê meymûnê dilîze, ew jî min dixapîne
Ez ji demên tarî jî ditirsim
Ne tenê dema derbasbûyî û ne jî ji ya niha
Valahî û korbûna awirên ji nasbûn û bîyanan jî
Wan ji ez bîr kirim sibehekê, piştî nîvroyekê û şevekê
Ez ditirsim vî şikl û nexşeyê de rastî evînê bêm
Ez ji windabuyîna wê de bêhtir ditirsim
Ji bo ezmûnkirina zanîna dilekî û hesreta destekî çi girane
Hetaa! Ez ji wî curetê jî ditirsim
Gava bû şev, ez ji siya xwe jî ditirsim
Ji dengên bêwate yên dîwaran
Ji hemî pirsên xûya û nexûya
Ez ji dengên din ên bayê û tiştên di firiyayî ditirsim
Asîmanê min û asoye min niha pevdiçin
Rewşa min her roj xerabtir dibe
Paşeroja min her ku diçe tarîtir dibe
Çavên min êdî nikarin şewqê bibînin
Kûrahiyên min her ku diçe fireh dibin
Ez li ser berava zinaran radiwestim
Ez ji nihêrîna jêr jî pir ditirsim
Kayıt Tarihi : 5.04.2026 00:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!