Demekê tu wenda bû, ez jiyam esaretê,
Tu westîya dilê min, lê te dît hurrîyetê.
Av gihişt şewata dil, ji kanîyên evînê,
Bihar hat baxçê gulan, ji ezman û zemînê.
Ji nû ve av meşîya, li pel û gulîyên min,
Awirek te can dide, hişk maye kulîlkên min.
Di deryayek ronahî, kûrahîyek bê-dawî
Wek masîyek azad im, di xewneke bedewî.
Ronahîyek, şadîyek, tu, evînek biha bû,
Rûyê te welatek nû, di destên min wenda bû.
Dilê min di destên te; wek çiwîkek difirim,
Di nav lehiyên porê te, bi şev û roj digerim.
Ji çavên te, bê-hejmar; stêrk dibarin li ser min,
Bi kenek te sed hezar, gul vedibin li ber min.
Dilê te çi qas paqij, dilê te çi qasa nerm,
Dengê te çi qas nêzîk, dengê te çi qasa germ.
Çavên te yên binevşî; çavên te ava zelal,
Di ava wan de mame, di ava wan de bêhal.
Di kirasek spî de, xweza wekî bûka dil,
Berfekê hûr dibare, li ser por û herdu mil.
Li ser Arart berfî, li nav nevalan dengî
Evîna te ez kuştim, soza te hetta kengî !
E'mrê bê te derbas bû; dizanim; nejiyame,
Bêyî te jîyan zindan, şev û roj li wir mame.
Rêyekê ji çavên te, derbas dibe hêla din,
Gotina pexember e; jiyanek bê tirsandin:
"Mirin ji me ne dûr e, ne jî nêzîk e mirin.
Me nemirîyê ta'm kir, ji me re çib'ke mirin?"❣️☀️❣️☀️❣️
Kayıt Tarihi : 29.03.2025 10:59:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
OBS: Ev hilbest di bin bandora helbesta hilbestvan E.Bayazıt hatîye nivîsandin. Hilbest, werger nîne, lê mijar yek e. Ji ber vê yekê ev hilbest bi temamî ne ya min e.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!