Çûna te yê bê wext bê dilê min bû,
Li ber mirinê me, veger, were, zû!
Hilweşîya ezman, bajar belavbû,
Te şewatek vêxist; agirek bê dû.
Şevên tarî direj, emrê min kin bû;
Evîna me birêket, were bide dû!
Bê te jîyan nabe; qet nakene rû,
Te şewatek vêxist; agirek bê dû.
Ne bi dilê min bû; bê dilê min bû,
Evîna min pir kevn; ne evînek nû.
Birîndar im were, xwîn herikî çû,
Te şewatek vêxist; agirek bê dû ❣️🔥❣️🔥❣️
Kayıt Tarihi : 3.12.2024 01:37:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!