Dengê Bêdengiyê Şiiri - Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
16

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Dengê Bêdengiyê

Ji min nayê bikarim
Ji birînên min ên bûne kul
Bibim kulîlkeke sor qasî bejna te
Reng bavêjim di hezîneke kezebşewat de
Bibim rondik
Li rûyê te bibarim

Ji min nayê ji 'dengê bêdengiyê'
Bibim newaya sewta dilê xwe yî zîz
Biçûrisim ji ‘stêra herî dûr’
Şevekê li tariyê siwar bim û werim
Bibim stran xwe di stara te de germ bikim
Tîp bi tîp xwe bavêjim ser zimanê te

Ji min nayê bibim sîmûrg
Hilkişim jor berbangan
Bifirrim bêyî ku li paşiyê binêrim
Bigirim bin xwe welatên li navbera xwe û te
Werim daynim li bilindan
Ji her warekî kulîlkekê bo te gez bikim
Li her warekî navê te li zinarekî nikil bikim
Berêvarekê
Di wexteke ku baran bariya şibakeya te
Bibim bayekî hênik
Werim xwe berdim hundirr ji şibakeyê
Daynim li ser milên te
Navê xwe nikil bikim li ser dêmên te

Ji min nayê bibim helbest
Li tîra heza xwe siwar bim
Ji kevana dilê xwe bişiqitim
Bibim evîn biçikim dilê te

Sîmar Masîcanik
Kayıt Tarihi : 12.04.2008 18:52:00
Sîmar Masîcanik