Çûyina Te Şiiri - Hüseyin Özdemir 2

Hüseyin Özdemir 2
94

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çûyina Te

Ka bêje sira payîzê sare
An sira bîr kirina te
Ka bêje ev çi kul û kesere
Bihara canê min çilmisand
Lê tu gul nema ser axa dilêmin
Pey çûyina te
Ka bêje sira payîzê sare
An sira bîr kirina te

Min da dû ewrên te
Hatim van çiyayên bê kes û bê bext...
Dema tav vekir
Hat ber çavêmin heft rengên te...
Paşê winda bû
Mîtanê keskesorekî virek
Bejn û bala te...
Ka bêje zuhayî zehmete
An winda bûna te...

Hüseyin Özdemir 2
Kayıt Tarihi : 15.12.2024 20:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!