Çav Reşa Min Şiiri - Baki Ortak

Baki Ortak
1054

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Çav Reşa Min

Lı ser çiyan dengê zirnanê,
Dişewite dil bi stranê,
Govenda me tije şanê,
Her dibêjim çav reşa min.

Keçik tên bi kincê sorin,
Dilan diçin wek çemên jîn,
Ev şev tije ye ji evîn,
Her dibêjim çav reşa min.

Li nav govendê agir ketiye,
Dilê min bi te ve girêdaye,
Ev şev bi navê te maye,
Her dibêjim çav reşa min.

Şev dirêj e bi heycanê,
Dengê tembûr tê meydanê,
Kul Ortak got bi dilanê,
Her dibêjim çav reşa min.

Nakarat

Bilind bikin dengê stranê,
Bigerin bi rengê halayê,
Ev dil maye di hewayê,
Her dibêjim çav reşa min.

KUL ORTAK

Baki Ortak
Kayıt Tarihi : 16.05.2026 14:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!