rindika rûken
ez xelîçeya eşqa dilê fedekar
li ber lingên te
radixim
ji kaniya bîbikên melûl
şerbeta şewq û şemala te
vedixwim
bêhna te
di lerza kefa destê xwe de
vedişêrim
derd û kulên min pir giran in
birîna êş û xeman bêderman e
li dûrî hesreta te
bi lezeta şereba eşqa îlahî
mest dibim
têlên tembûra axînkêş
qetiyan
şewqa çireya temenê hejar
temirî
kulîlkên baxçê giyan
çilmisîn
feryad û fîxanên
kezebşewat bêdeng dibin
li xerîbiyê
deriyê koşka evînê kilît bû
kêf û seyrana li nav kolanên şad
herimîn
gavên hêviya demên ciwan
kûd bûn
pênûs
li ser rûpelên destanan
hêsiran dibarîne
kêfxweşiya rojên germ
veguherîn qêrîna zîndanên sar
dil
li nav êşa parsûyan
westiya
gewriya helbestê
di dûmanê cixarê de
fetisî
ken û girîn
di kîn û nefreta felekê de
hatin ji bîrkirin
av li çiyayên îsyankar
sergêj diherikin
ba û baranên payîzê
di kovanên xwe de
kemijîn
were
bi hezkirina gotinên milîtan
kelecanê bigihêne aramiyê
salên cemidî
bi germiya henasa xwe bihelîne
bi maçên lêvên cirifandî
biharê geş bike
û pêşkêşî min bike
Xizan Şîlan
2011-06-06
Stockholm
ben çığlık atarak ağlayan
ilk nefesim bahtsız yaşamda
belimi acı hayallere yaslıyorum
derin düşüncelere dalıyorum
ekşî bir ağırlık tüm bedenimi
ve beynimi sarmış
li odeya sohbeta dostaniyê
sifreya exlaq û mantiqa durist
radixim
bayekî xerîb di pencera guhên min de
wîzewîz e
hestên sûnik
li bêçaretiya pistepista şevan
tên darizandin
çemên bedena kalbûyî
bi axîna hêsirên çavan tijî bûn
bêhna şewata sewdayê
ji firnikên pozê min
difûre
gotinên şikurkirinê li ser lêvan
cemidin
ji qedera xwe ya wêran
gilî û gazincan dikim
roj
di hatina min ya dinyayê de
poşman bûn
xewnereşk
li nav nivînan bi lîstika çavgirtonekê
dileyîzin
neynika dil
di êşa awirên nehênî de zer bû
jana zirav
li baxê helbestan hêlîna xwe çêkir
ez
ne deyndêrê cîhana fanî me
ne jî deyndarê axretê me
ji bo wîjdanê mesûm
hesabê temen yê bêtalîh didim
ji pêsîrên heyvê
şerbeta bedewiya rûyê rindê
vedixwim
di riya heqîqeta zanistiyê de
derwêşekî çîlekêş im
li dergaha şîretên Mewlane
semaha eşqa bêmirinê
digerînim
li bêhntengiya êvarên birîndar
tizbiyê sebira pêxemberan
dikişînim
di teleşa jiyana derewîn de
mistek xweliya reş im
min
tûrikê sewab û gunehên serdeman
bi dûvikê stêrkan ve
daliqandin
Xizan Şîlan
2012-02-02
Stockholm
li şevkoriya esmer
jana hestên xwe tînim ziman
salan
taca êşên nenas danîn serê
qedera min
ji rayên dara çinarê ya spehî
ez
bi çirûskên meşaleya giyanê xwe
serfîraziya gelên mezlûm
pêşwazî dikim
ez
di raperîna zarokên keviran de
lanetê li rûyê panzerên qatil
dibarînim
ez
li meydanên bajarê amedê
govenda serkeftinê
digerînim
ez
di şopa zendên kelepçe de
kulîlkên berxwedanê
dipişkivînim
ez
li ser destmala dayikên şîngirtî
destana lehengên nemir
diafirînim
ez
kirasê bindestiya zalim
diçirînim
ez
qefesa welatê xwe yê birîndar
bi ala azadiyê dipêçim
ez
coşa kaniyên şad
li nav mêrg û çîmenên xemgîn
dixuşînim
ez im yê xirabiyê li nav çerxa felekê
dicemidîne
li baxê dil tovên qenciyê
diçîne
bi kilamên Şeroyê Biro
sînorên rûreşiyê
hildiweşîne
Xizan Şîlan
2011-12-28
Stockholm
ez
bersiva pirsan
di lalbûna jana awirên xwe de
dibersivînim
ne rabirdûya min
ne jî dahatûya min heye
bi cama evîna dilê şikestok
bêçaretiya xwe li zendê salên poşman
dinivisînim
şopa tirsa demsalên hovane
di kefa destê xwe de
vedişêrim
pêşeroja min
di herika rûbarên giyan de
xeniqî
ji gewriya nûçeyên rojane
jehra xwînê
dipale
li nav nivîna şevên bêxewiyê
xewnereşkên xopan
xwe li stûyê min
dipêçin
hesret û bêrîkirinên min
bi keserên dûmanê cixarê
hatine meyandin
serê min
ji nav belaya demên rûreş
qet nafilite
carnan
mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim
carnan
mîna beytika newêrek can li min
dilerize
şûşeya eşqa dilê serxweş
di toza heyamên gemarî de
qelişî
min
li nav dûmanê xeyalên pûç
daxwazên dergûşa nava xwe
taloq kirin
li birçîbûna çaxên genî
bîranînên xwe yên wêran
dixwim
li nav pêta kul û kederên bêhempa
dişewitim
ji piyangoya temenê têkçûyî
tofana janên dirinde
derdikeve
şadiya rûyê min
di albûma wêneyên xemgîn de
zerikîn
bi tasa destê dilberê
şerbetê didim gêrikên di bin lingan de
hatinî perçiqandin
ez bûm qurbanê
eşqa îlahî ya nependî
û her tim di ber cankêşiyê de me
êdî ez
di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de
astengiyan nasnakim
ji aloziya dîroka tarûmar
hêviyên şad ava dikim
derhênerê şanoya vê helbestê ez im
leyîstikvanê li ser dîkê ez im
temaşevanê xerîb jî ez im
li ber xemkêşiya rondikên çavan
leyîstik qediya
û perdeya dilê xeşîm
hate girtin
Xizan Şîlan
2010-07-02
Stockholm
ŞEVEREŞÊN SÊWÎ
ez
vê helbesta kal û pîr
bi şehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!