li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balîfa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
êşa berbangan
bi nefsçûkiya giyan
silav dikim
di diltengiya rojên bêdeng de
diponijim
helbesta xwe ji gewriya şevistanan
dişeqînim
masiyên çemên mirî
li berwarên awiran
derbas dibin
li diyarên windayî
rêwiyê riya bêveger im
baranên dilê xeyidî
li demsalên bêreng dibarin
keştiya bîranînên ciwaniyê
di okyanûsên bêbinî de asê ma
şahî
li dîwarê keseran hate mixkirin
zîroyên demê
rayên darbesta min dimijin
beden
di xewnereşkan de dilerize
serê xwe li ber qedera derbeder
diçemînim
ez
ne kêm
ne jî zêde me
ne dîn
ne jî aqilmend im
jana giraveke jibîrbûyî me
di tenêtiya wêran de
hatim dorpêçkirin
qêrînên wijdana min
rast û durist in
têgihiştin û dilpakî
di teraziya hest û mantiqê de
hate xapandin
arzûyên sêwî
li kendalên hêviyê ketine xewa bi nalenal
rûyê xirabiyê bi agirê dojehê
dişom
ji parzûna çaxên gemar
qenciyê dipalînim
dayika min
di malzaroka xwe de giloka êş û xeman
dihewîne
kul û birînan
bi melhema cejna Laliş
dikewînin
Xizan Şîlan
2011-11-01
Stockholm
pelkên êşa bîranînan
ji nava kezeba min ya peritî
dişeqin
masiyên wîjdan
di gola xwîna xiyanetê de
xeniqîn
Aşkın da şiir gibi bir tarifi yoktur. Sonsuz ve doğa gibi çok renkli, kokulu, heyacanlı ve coşkulu bir ırmağın akışının bilinmezliği gibidir.
Aşk sadece insan yű reğinin derinliklerinde saklı bir gizemdir.
Aşk vahşi bir acının ızdırabı ve ormanların tenha gecelerinde yalnızlığın çığlığıdır.
Aşk soğuk bir kış gű nű nde karlı ve çamurlu yollarda yű rű rken atılan adımların kayganlığının umutsuzluğudur.
Aşk yaprakları sararmış ve dő kű lmű ş kuru bir ağacın gő vdesinin susamışlığıdır.
Aşk yamaları ső kű lmű ş yırtık pırtık ve kirli bir picamanın artık dikiş tutamamasıdır.
lê lê dilberê
bi sonda hesreta dilê bêsebir
li benda bixêrhatina te me
li danê êvaran
di kolanên te yên kavilbûyî re
derbas dibim
ez
dergûşeke li çolistanên qijilî
pêxwas
tazî
tî
birçî û sêwî mayî me
li demsalên bextewariya berbabûyî
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
sêwiyê payîza birçî me
leyîstikê li ber destên
qumara şevên xopan im
rindika rûken
ez xelîçeya eşqa dilê fedekar
li ber lingên te
radixim
ji kaniya bîbikên melûl
şerbeta şewq û şemala te
vedixwim
bêhna te
di lerza kefa destê xwe de
vedişêrim
derd û kulên min pir giran in
birîna êş û xeman bêderman e
li dûrî hesreta te
bi lezeta şereba eşqa îlahî
mest dibim
têlên tembûra axînkêş
qetiyan
şewqa çireya temenê hejar
temirî
kulîlkên baxçê giyan
çilmisîn
feryad û fîxanên
kezebşewat bêdeng dibin
li xerîbiyê
deriyê koşka evînê kilît bû
kêf û seyrana li nav kolanên şad
herimîn
gavên hêviya demên ciwan
kûd bûn
pênûs
li ser rûpelên destanan
hêsiran dibarîne
kêfxweşiya rojên germ
veguherîn qêrîna zîndanên sar
dil
li nav êşa parsûyan
westiya
gewriya helbestê
di dûmanê cixarê de
fetisî
ken û girîn
di kîn û nefreta felekê de
hatin ji bîrkirin
av li çiyayên îsyankar
sergêj diherikin
ba û baranên payîzê
di kovanên xwe de
kemijîn
were
bi hezkirina gotinên milîtan
kelecanê bigihêne aramiyê
salên cemidî
bi germiya henasa xwe bihelîne
bi maçên lêvên cirifandî
biharê geş bike
û pêşkêşî min bike
Xizan Şîlan
2011-06-06
Stockholm
ben çığlık atarak ağlayan
ilk nefesim bahtsız yaşamda
belimi acı hayallere yaslıyorum
derin düşüncelere dalıyorum
ekşî bir ağırlık tüm bedenimi
ve beynimi sarmış




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!