Şekira min şêrîna min delalê
Li vê şevê bêdengî ket nav malê
Heyva şevê şahidê dilê min e
Te têr nebûm têr nebûm xezalê
Tu gulî tu rihanî zehf delalî
Mina ava nav çeman pir zelalî
Tu kara û berxa minî, dilê minî
Lêlê rindê tu bo min tim xezalî
Bedewa dêre sor şar gewezê
Tu havînî ez nakevim paîzê
Xofa dilê xwe berde wêrek be
Bikeve nav paşila min wusa razê
Lêv şêrîna min dev biçûkê gula min
Memik te serî hildan canê min
Ev şeva şêrîn ne xewn ne xeyale
Şerm neke keremke were ba min
Texmina min hesûdî ya rojê ye
Delalê, rindê dem dema şevê ye
Xema neke pêsîra xwe min veke
Zû were giyana min bendê te ye
Mehmet Çobanoglu
16.11.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 16.11.2016 22:12:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/11/16/tu-bo-min-tim-xezali.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!