Tu Dildayî ya Minî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Dildayî ya Minî

Bi şevane û rojane her çavê min de hêsir dibarin, kula min girane
Birîna dilê min birîna xeman, weşandina gul û gulbikan e
Bi rojan, bi mehan bi salan e
Şîn û şîvana ez tê de me
Ji bo bêkesîtîyê
Ji bo mexdûryê ye
Ji bo kovana welat
Ji bo derdê xerîbîyê ye
Şîna ez digirim, şîneke pir girane
Ji min re wek payîz wek zivistan e
Ji min re wek qiyamet
Wek tofan e
Ji min re jiyaneke qîr
J imin re jiyaneke qetran e
Agirê dilê min ket venamire, newra min, rengê min diqijîlîne
Were nazikê û were xezalê, were delalê bi keleka min de bêhnvede

Wax salane ez penaber, ez zelûl, ez xizan, ez feqîr ez koçerê te me
Min mirazê xwe nedît, lê ez neçarê bêwelatî yê me
Debara min nema, hêz û bişirê min jî tune
Hemû hêvî yê min qedîyan
Di belengazî yê de me
Şerpezetî yê de me
Ji min re zelîlî ye
Min re xela ye
Wax xizanî wax
Ezim ew kesê bindest
Sitembar
Ew ezim
Mina ku arvanê
Di nav avê de dihele
Bihar min zûda çû, li dîsa min re payiz e
Welat nizanim tu min re xewnî an tu min re xeyalî
Tu caran derd, caran keder, caran qirîn caran şîn û caran jî şîvanî

Oy welat welat welat dîtîna te yê şirîn her dem pêşberê min de ye
Navê te bi her wext li ser zimanê min de ye
Tu dilê min de Gimgim
Tu dilê min de Kanîreş’î
Mirazê min bi te girêdayî ye
Tu şitila min û gula min
Tu asîmanê dilê min
Tu ronahîya roja minî
Tu evîna min
Tu tim eşqa minî
Ez evdalê te me
Ez şeydayê te me
Tu dildayî ya minî
Tu caran wek dayika min
Tu caran wek banû ya min qedr û qîmetî
Welatê min ez koçerim, ez koçerê rêya te me
Ev agirê her dem dilê min de ye, ev xwîna di reh ê min de tu yî
Gelî û newalê te, çiya û çolîstanên te, robar û çavkanîyên te bihûştin

Mehmet Çobanoglu
14.06.2019

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.6.2019 12:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu