Tu Biharî Tu Havînî Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Biharî Tu Havînî

Keçê rindê min re bîne
Destê te de gula şîne
Tu qulunga ser golanî
Dengê te min dihelîne

Dêrê te qutnî, qumaşe
Serê te de şara reşe
Kenê te jî pir şêrîn e
Bê te jiyan qet nameşe

Milê te de dewl û çêr e
Zenda te de zêrê zer e
Keçê rindê bêrîvanê
Dora te de pez diçêre

Keçê li te gul barîne
Bejn û bala te narîne
Deşt û zozan me bihuştin
Nav de kanî, çavkanîne

Keçê biskê te pir xweşe
Nav dilê min de diweşe
Tu biharî tu havînî
Kurdistan’a me pir geşe

21.09.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.9.2016 21:41:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu