Tenê Ez Dizanim Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Tenê Ez Dizanim

Ronahîyê dide kolanên van bajaran
Wek rojê tîrêjên xwe berdide ser me
Hêvî û bêrîkirin bi hevre vejîyan
Xemilandin baxçeyên evînê
Şûştin bedena xwe bi rondikên çavan
Herîkî wek lêhîyê nav dilên min de
Her bajarên em jê derbas dibin
Û her şive rê ku em didin ber gavan
Awirên me pêşeroja me dinêrin
Tenê ez dizanim…

Me tovên hestên xwe diavêt erdê
Dibe ku bişkive bibe pêxwarin
Min çavên xwe kuta çavên teyî tirsonek
Ma tu dızanî?
Kîjan çîya,kîjan robar bûye cîhê gêhîştinê?
Peyvên xapxapok dirijin ji lêvên min
Min dît ax’a di bin pîyê minde xujikî
Û derbas nabe bedena,
ji porên minî hûnayî
Ma ji bilî wê tiştek nema bû?
Tenê ez dizanim…

Min biparêzin hey Argûn ê ji agir
Pêşde herin nav latên ji min veciniqîn
Kûrahîya şikeftên deryayên bê binî
Ji min bipirsin bersîvên le ser lêvan sar bûn
Ezê ji were bêjim sitrana welat’ê winda
Baxçeyên xewnerojkên min dixemlînin
Hestên bê xwedî û bindest
Mezintir bû hêvîya min, ji evîndarîyê
Çawa bi xwera dibe meytê mîn bawerzîn
Tenê ez dizanim...

Tenê ez dizanim…

09.02.2014

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 10.2.2014 08:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş