rojên tarî
evînên di hundir de mayînde bûne,
berbangê de ramanên cemidî,
û simbêlên şûr nabire...
avhewayên em li kevî,
demsalên bext reş,
Hatin dizîn xewnê zarokîya min,
komkûj bun,
bi xwînê dıhatin ber derîyên me,
nêrînên zelal dikuştin,
Ziman,dibu qinabê xeniqandinê,
Û bi wan re,
DEMSAL REŞ GERIYA
xweza diçurise
ji nûve şax vedide berfîn
sosin berwedêre hêjî
li ser xaka raperîner,
were rindê,were çav deryayê,
li bin şewata dil,
li hêviya hêvîdara me,
were ey şerpîna avrêla
xunava bihara derengmayî,
ew çûkên qefilandî,
ger hebûya rehma barîna
ji çavên min ne dihat xwar
nedidît ev rojên xwîn bar...
ez dihatim ji riyên dûr,
li keviya devên min kenek zelal
te destên xwe dirêj dikir
mij daketiye çavê bajar
li ser rê xwîn dibare
felek dîsa derketiye leystikê
û bahoz û dil sarî û şikestin...
ji kûrve dengê bilûrê tê
di pirtuka de mayî billûrvanê delal
di zelaliya axa xwe de bû
mîna dilopek baranê dihate xwarê ji ewrê tarî
bi xemgîniyek hatibû xemişlandin
ji çavan kil dibariya...
di dil de germahiya evînê,
li hember têkçûyîna disekinî,
bi bawermendiyê germ hatin
dilê wan di coşa demsala reng-şîn de bû,
di çavê wan de nêrînên bê dijber,
hatin...
li pey kevokê bask-spî
bi xezala kovî re hatin
Hat,
bi awayekî giran giran
di bin ewran re derbasbû,
riyên dirêj,çemên bê binî li hêvîyê bûn,
ji avzêma evînê derbû bû,
kenê germ hê li ser lêvên wê bû,
Mîna kulîlka li hêviya biharê,
li hêviya te me li ser rê,
roj diherikin bêsekin
stêrk dixuricin ji asîmanê sayî,
li ser lêva kenekî bi xemgîn,
di tavehîva çile de qefilî...
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!