ji bo enes ata û hemû zarokên filîstînê
ez mirim dayê di nav xewnê şêrîn de
hatin bi devekî xwîn tije,
hatin yadê leystokê min dizîn,
ez di xewa bê sûc de bûm,
tarî bû,
li wargeha ziman nefî bûbû
roj diçû ava
û di şibakên dilên penaber de
nêrînên miûz mayî hebûn...
felek bê bexy bû
car car para me ket çuyîn
di çavên kildan de hêsir
li pey kevokek bask-spî
çar tîp hatin xwarê
E V Î N...
di şevek çiruskîn de
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!