Pêxas Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Pêxas

Ma tu qe zivistanê meha Adarê
Péxas geriyayi,te qe serma kir?
Can û dilê min,birê min
Êvar,şev û tarî,sayî,sur û ba
Qe ket nav dilé te?
Sur û seqem qe aland xwe te?
Zuhré évaran û tirsa şevan
Bin gund û heta ser gund
Qe alast her rûyê te?
Şewat,mij û dûman,qe ket li dû te?
An jî tu meşiyayî
Rewş û awa kî wusa?
Qîr û qetran,agir û şewat
Wek şixab û miqaran
Mîna qîlé kelaban û gur û berezan
Hihingivîn nav canê te

Li belê ew ket can û rihê min
Bada dilê û goştê min
Ax û wax hezar caran li min
Ez qurban tu guh bide min.
Ka ezê çi bijim te,guhdar be li min
Ew dema qeş û demjimara reş
Sur û seqam,buz û sar
Hewa saîyî,tarî û şev
Him mij him jî dûman
Berf û bager û babolesk
Hev piçiyan,ketin nav hev.
Wek fîşeng,barût û top,tiving
Ricifê mirin ket can û rihê min
Mîna bin dest û koletî
Leş û teyri berate
Pir ji bébext pir êrişvan
Êriş da û rahîşt nav dil û canê min
Wek şûr û kêrên tûj,
Tewşo û bivirekî ko
Wek wawîk û berazan
Teyré kurt û baz
Guran û wawîkan
Keftar û bûm, pepûkan,

Wek piling,eşqîya û leşkeran,
Karsaz,beg û axan,
Şéx,seyîd û melan
Rahîşt li nav canê min
Rahîşt û rahîşt dilê min
Laş, kezeb û bedena min
Ya ter û teze veçirand
Goşté û hestîyê min kot û cirand
Ez qujîyam,qûryam ax û wax
Ez bergerîyam ez girîyam bi lawan
Ez béçare, welat bêçare
Jîyan ne jîyan û rewş ne rewş
Civat béçare,mal û war,xerab
Gund bin berf û bagerê de difetisî
Gel bésitar,bê rê û bêard
Bê doktor û bê derman
Malbanta min belengaz,hejar
Xizan û feqîr

Ez bûçûk pêxas û bê kiras
Şal,şapiké,şekal jî tunebû
Perçe û perçe kinc û can min
Mîna welatê min gelê min
Du keçikén xama û azep
Mîna roj û dil herd jî ba min
Ba min û stara min
Haca min û Qaza min
Yek xa min û xwîşka min
Ya din qîz apê min û çavê min
Herd ew herd hîv û stêrê
Şev û wê êvara min

Gorî xwen xemîlîn,an ne xemîlîn
Bi kincé yek ta û zirav gul gulî
Meşîyan lez û bez
Li bin gund heta fiza gund
Bo dewat û dilan ê
Ez dû wan ew paş min
Ewan şopé min de
Ez şopé wan de
Direvîn em û dibezîn
Tirsa,gur,hirç û kûçikan
Berf û baran û sura hişkî
Em direvîn û tirs direvî
Xwestiné me def û zurne
An govend,reqs û dîlan
An dewat,şaî û listik bû

Em çûn zor û bela ragîhiştin
Tewla ker,hesp û mangan
Heşşa guhdaran û xwendevanan
Herder réx û gemarên sewalan
Herder kerme,zibil û qirşik
Ne hilm ne nefes hebû
Dengé def û zurné me aland
Wek agir û şewat û êşan
Dews tewle cih axur şénî jî nav de tîjî
Mal me dûr em dûrî mal û kincê me tenik
Can bé kiras û ling pêxas
Laş qerîsî bû beden cemidî li min.
Nav dest û ziké wan her keçan
Wan keçé xaman û azep de
Jan vedida her lingê min
Péxasbûna her pêyê min
Zelîqî can û ziké xang û qîz apa min
Disa germ nedubû li min
Venediqetîya li wan
Ew her keç

Wek dayîka min,dapîrka min
Ew herd jî canimin naçin qe bîra min
Jehr û ziqim wê demê
Salan şûnve jî hê
Herdem li tê bîra min
Bîrhanîna min
Mîna welat ê xeribî
Wek bindesti bêkesî
Mîna Kurdistana min



18.12.2003
B.PAŞA

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 23.8.2008 21:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu